ÎHD: Zêdeyî milyonek koçberên Sûriyeyî bê qeyd in 2020-10-17 15:05:37   STENBOL - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê bi minasebeta 17'ê Cotmehê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Penaberiyê, rapora binpêkirina mafan a 9 mehan amade kir. ÎHD'ê di raporê de destnîşan kir ku zêdeyî milyonek penaberên Sûriyeyî yên bê qeyd hene û hemû mafê wan tên binpêkirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (îHD) ya Stenbolê, bi minasebeta 17'ê Cotmehê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Penaberiyê, der barê rewşa penaberan a navbera mehên Çile û Îlona 2020'an raporek amade kir. ÎHD'ê di rapora binpêkirina mafan a 9 mehan de bal kişand ser rewşa penaberên Sûriyeyê. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî rapor xwend û diyar kir ku penaber li ser perê jiyanê ne. Yolerî, da zanîn ku heta 23'ê îlona 2020'an li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê 3 milyon û 621 hezar û 968 penaberên bi qeyd hene û 400 hezar penaberên bi qeyd jî li welatên derve belav bûne. Yolerî, destnîşan kir ku zêdeyî 1 milyonek penaberên Sûriyeyî jî bê qeyd in û wiha got: "Ji ber qeydê wan tune nikarin ji mafê xwe jî sûdê bigirin. Zarok nikarin biçin dibistanê. Ji bo Sûriyeyîyan polên cuda vedikin û cudakariyê dixin nava zarokan. Zarokên Sûriyeyî têne tecrîdkirin. Zarok hem ji mafê xwe yê perwerdehiyê û hem jî ji mafên xwe yên tenduristiyê bê par dimînin. Mafê penaberan ê cih û war nayê dayîn û penaber nayên parastin. Di pêvajoya şewba vîrûsê de hêjmara penaberên Sûriyeyî yên li Navenda Stargehê dimînin di 3 salên dawî de ji 228 hezaran dasetiye 60 hezaran. Mafê penaberan ê parastinê nayê parastin.    Yolerî, da zanîn ku nifûsa ciwan li Tirkiyeyê pêşerojek bi bawerî û ewle nabînin û wiha lê zêde kir: "Ji ber vê yekê ciwan û penaberên Sûriyeyê dixwazin biçin Ewropa. Li gorî daneyên Wezîrê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê ya 31'ê Adara 2019'an Tirkiye ji bo 4 milyon penaberê Sûriyeyî destûra xebatê daye. Penaberên destûra kar girtine 31 hezar û 185 kes in. Li gorî daneyên Wezîr Soylu di 3'ê Adara 2020'an de kesên di deriyê Edîrneyê re ji Tirkiyeyê derketin û çûn Ewpora 130 heza rû 469 kes in.      Yolerî cih da kesên serî li ÎHD'ê dane û wiha berdewam kir: "Welatiyê Sûriyeyî H.M. di 02.01.2020'an de serî li komeleyê da. Di serlêdanê de got "Ez û malbata xwe di sala 2014'an de ji Kobanê hatim Tirkiyeyê. Xaniyê me û zeviya me ya li wir hat xerakirin. Li vir min karê înşaetê kir. Di demsala zivistanî de kar xelas bû û nikarim debara xwe bikim. 3 zarokên min hene. Ez li Gebze dijîm û rojên pir dijwar derbas dikim. Ez dixwazim ji Tirkiyeyê koçî Ewropa bikim. Alîkarî bikin."    KET DESTÊ ARÊŞA SÛRÎ Û WINDA BÛ   Welatiyekî din serlêdan kir û wiha got: "Di 2015’an de ez, xwişk û birayên xwe yên din ji Efrînê hatin Tirkiyeyê. Birayê min M.K. H, û hevjîna wî, 5 zarokên wî dayik û bavê min li Sûriyeyê mabûn. Di sibata 2018’an de dema birayê min ji bo hevjîna xwe ziyaret bike çû Sûriyeyê li ser sînor Artêşa Sûriyeya Asaz (OSO) ew zeft kirin. Li ser înternetê jî agahin parve kirin ku OSO birayê min girtiye. Me serî li gelek cihan da. Lê me tu agahî ji birayê xwe negirtin. Em difikirin ku ew girtibin û xistibin girtîgehên Tirkiyeyê."    ÎHD'ê di raporê de cih da pêşniyaran û wiha daxwazên xwe anîn ziman: "Divê rê li pêş zimanê nifrînê bigirin. Divê li gorî peymana navneteweyî tev bigerin. Divê mafê jinan û karkerên penaber bên parastin. Divê kesên bi nifrînê êrîş dikin bên cezakirin. divê Îdareya Koçberiyê serlêdanên parastinê qebûl bike. Divê welatiyên Sûriyeyê karibin serî li rêxistinên navneteweyî bidin û mafê parastinê bixwazin. Divê mafê perwerdehî, tenduristî û xebatê bê parastin. Divê penaber karibin bi zimanê xwe xizmetê bidin û bi zimanê xwe xizmetê bibînin. Divê mafê welatibûnê bidin Sûriyeyîyan."