Pisgirêka kurd wê bi Ocalan çareser bibe 2020-10-17 15:31:36 ÇEWLIK – Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku divê bi Ocalan re hevdîtin bên kirin û pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Rêxistina HDP’ê ya Çewlikê, 8’emîn salvegera partiya xwe li avahiya xwe ya bajar pîroz kir. Parlamenterê HDP’ê yê Bajar Erdal Aydemîr, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyan û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn.   ‘EM JI BIRYARDARIYA XWE VENAGERIN’   Di pîrozbahiyê de destpêkê parlamenterê bajar Erdal Aydemîr axivî û diyar kir ku partiya wan bi kedeke mezin hatiye van rojan û wiha got: “Ji ber sekna me ya aştiyane gelek zext li partiya me tên kirin. Di vê pêvajoyê de gelek endam, rêveber, endamên meclisên şaredariyan, hevşaredar û parlamenterên me hatin girtin. Li gel vê yekê jî em ji bawerî û birardariya xwe venagerin.”    ‘SERMUZEKEREVAN OCALN E’   Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku HDP partiya bingehîn a siyasete legal e û ev tişt anî ziman: “Em di mijara demokrasî, mafên mirovan û pirsgirêka kurd de bi israr çareseriya demokratîk daxwaz dikin. Em ê vî karî bi mesê û diyalogê çareser bikin. Bi Birêz Ocalan re di navbera 2013-2015’an de meseyek danîn. Dewlet jî baş dizane ku wê bi kî re çareser bike. Divê rojek zûtir bi sermuzekerevan Birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin û pirsgirêk bi awayekî demokratîk bê çareserkirin.”