Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê: Bila ji bo girtiyên nexweş gav bên avêtin 2020-10-17 15:59:46   STENBOL – Endamên ÎHD’ê, bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû û xwestin ku ji bo berdana girtiyên nexweş ên ji ber vîrûsa koronayê gef li ser jiyana wan heye gav bên avêtin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya ‘Rûniştina F’ a ji bo bal kişandina ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 447’emîn de li dar xistin. Ji ber vîrûsa koronayê çalakî li ser hesabê medya civakî yê komeleyê pêk hat. Di çalakiyê de rewşa girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dimîne hat vegotin.   Di daxuyaniyê de endama komîsyonê Hatîce Onaran axivî û agahî da ku girtî Zerdeş Odûncû di 18 saliya xwe de hatiye girtin, bi gotinên şahidekî nepen cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn û dema ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê bûye, di sibata 2014’an de agir berî laşê xwe daye û ji çaran sêsêyê laşê wî şewitandiye.     ‘JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ GAV BAVÊJIN’   Onaran, destnîşan kir ku Odûncû baş nayê tedawîkirin axaftina xwe ya bi dayika Odûncû Selma Odûncû re bi van gotinan parve kir: “Ji ber ku li Mêrdînê dimînim, nikarim timik kurê xwe ziyaret bikim. Salek e ki ber pandemiyê neçûme serdana kurê we. Birînên wî yên şewitandinê qet baş nebûn. Niha di cegerên wî de pirsgirêk heye. Timik laşê wî diwerime û av digire. Nikarin tu xwarineke girtîgehê bixwe. Her xwarin li ser laşî bi neyînî bandor dike.  Di hevdîtina herî dawî li cem min xwîn vereşiya. Ji min re got, ‘karê min qediyaye wê minbikujin’. Li gel ku kurê min ewqas nexweş e jî wî li hucreya yekkesî digirin. Tenê daxwaza mine ew e ku bê berdan, li hundir nikare baş bibe.”   Di dawiya axaftina xwe de Onaran bang li rayedarên dewletê kir ku ji ber vîrûsa koronayê bêyî ku jiyana wan bikeve xetereyê ji bo girtiyên nexweş gav bavêjin.