Mehmet Ocalan: Banga me ji bo hemû gelan e, tecrîd giran dibe 2020-10-18 09:01:12   RIHA – Mehmet Ocalan, bal kişand ser qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi birayê wî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîd giran dibe. Em bang li gel dikin. Li vir tiştekî xeyrî meşrû heye. Divê bertek û nerazîbûna xwe bînin ziman."    Li Îmraliyê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her diçe girantir dibe. Herî dawî hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re heya 6 mehan hat qedexekirin. Birayê wî Mehmet Ocalan destnîşan kir ku biryara qedexekirin biryareke siyasî ye û bi vî awayî dîtinên birayê wî tên astengkirin û nayê xwestin bi raya giştî re bên parvekirin.    ‘ME MAFÊ XWE BI KAR ANÎ'    Bira Ocalan, anî ziman ku tecrîd ji sala 2015'an heya niha veguheriye polîtîkayeke pir giran û got, heya niah tu carî di çarçoveyeke qanûnî û mafên demokratîk de hevdîtineke çênekirin. Bira Ocalan got: "Dibe ku mirovekî bigirin lê mafên demokratîk ên wî mirovî hene. Ev di hiqûqa cîhanê û ya Tirkiyeyê de jî hene. Herî dawî me di 27'ê Nîsanê de hevdîtinek çêkir. Her wiha ev hevdîtin hevdîtina bi telefonê ya cara ewl bû. Me 25 deqeyan bi Serok re xeber da. Daxuyaniyên Serok ji bo Rojhilata Navîn pir girîng in."     ‘NAXWAZIN RASTÎ DERKEVE DERVE'    Mehmet Ocalan, anî ziman ku piştî şewata li Îmraliyê şik û gumanên civakê zêde bûne û ji ber vê hevdîtin bi Ocalan re çêkirine û got, birayê wî di hevdîtina 3'yê Adarê de der barê çareserkirina pirsgirkan de daxuyaniyene girîng dane.    Bira Ocalan got: "Serok, fikrên xwe yên der barê pirsgirêkan de bi awayekî pir zelal anîn ziman. Her wiha hevdîtina me ya 27'ê Nîsanê jî pir girîng bû. Dewlet naxwaze pêşniyarên Serok ên ji bo çareseriyê û rastî derkevin derve. Vê yekê vedişêre."    ‘DI KÎJAN XALA QANÛNA BINGEHÎN DE HEYE?'    Ocalan, bibîr xist ji roja ku birayê wî hatiye girtin heya niha biryarên qedexekirinê hene û got: "Herî dawî hevdîtina parêzeran a bi Serok û ya bi malbatê re heya 6 mehan hat qedexekirin. Li wê girtîgehê 4 mirov dimînin. Ev nayê qebûlkirin. Di kîjan xala Qanûna Bingehîn de biryareke bi vî rengî heye?"    ‘CPT ŞIRÎKÊ TECRÎDÊ YE'    Her wiha Mehmet Ocalan der barê rapora sala 2019'an a Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) de ku der barê Girtîgeha Îmraliyê de amade kiribû got: "Bi çavên xwe tecrîdê dîtin. Di raporê de dibêjin binpêkirinên mafan hene. Îşkenceyeke manewî tê kirin. Ev qas binpêkirinên mafan hene, ma CPT kor e? Ma ker e? Ma lal e? Tirkiye li Girtîgeha Îmraliyê çi bixwaze dike. Çima deng ji xwe nayne? Nexwe ew jî şirîkê wê ne. Ev nayê qebûlkirin. Banga me ji bo tevahiya saziyên Ewropyê û rêxistinên mafên mirova ye; divê qedexekirina hevdîtinê bi dawî bibe. Çima gavekê navêjin?"    ‘DEWLET NAXWAZE PIRSGIRÊK BÊ ÇARESERKIRIN'    Mehmet Ocalan, detsnîşan kir ku biryarên qedexekirin biryarine siyasî ne û got: "Pisgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn, pirsgirêka kurd e. Aktorê herî sereke û mezin ê vê pirgsirêkê Serok e. Dewlet naxwaze ev pirsgirêk bê çareserkirin. Hinceta qedexekirina hevdîtina çi ye? Hincet tuneye! Hincet pirsgirêka kurd e. Ji bo ev pirsgirêk neyê çareserkirin qedexe dikin. Tecrîd giran dibe. Em bang li gel dikin. Li vir tiştekî xeyrî meşrû heye. Divê bertek û nerazîbûna xwe bînin ziman. Divê her kes mafê xwe yê demokratîk û qanûnî bi akr bîne."    ‘DEWLET QANÛNÊN XW EDIECIQÎNE'    Bira Ocalan, anî ziman ku piştî 22 salan cara ewil bi telefonê bi birayê xwe re axiviye û got: "Dû re qedexeyek danîn heta 6 mehan. Jixwe we ta 22 salan mafê me yê telefonê eciqandiye. We derî li ser her tiştî girtiye. Îja çima hûn mafên me yên qanûnî dieciqînn? Dewlet bi destê xwe qanûnên xwe dieciqîne. Banga me ji bo gelan e. Divê mafên xwe yên demokratîk û qanûnî bi kar bînin. Rojek berî rojekê divê hevdîtin bi Serok re çêbibe."    MA / Bariş Polat