Rêxistinên ciwanan: Li ber zextan bersiva me têkoşîna hevpar e 2020-10-18 14:02:11 ENQERE – Rêxistinên ciwanan li ber binçavkirinan rabûn û gotin ew ê bi têkoşîna hevpar bersivê bidin operasyonên binçavkirinê.    Rêxistinên ciwanan ên li Enqereyê bi armanca şermezarkirina binçavkirina endamên Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) li avahiya rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek nûnerên ciwanan beşdarî civînê bûn û xwestin binçavkirî werin berdan. Li ser navê rêxistinên ciwanan Newroz Gulen daxuyanî da û diyar kir ku li ser ciwanan polîtîkayên zext û tepisandinê didomein û tevî hemû hewldanên parêzeran jî sedema ciwanên li Emniyeta Enqereyê tên ragirtin nehatiye hînbûn. Gulen got her tim li Enqreyê ciwan bi zextên polîsan re rûbirû dimînin. Gulen anî ziman ku bersiva herî xurt a li ber operasyonan û zextan têkoşîna hevpar a ciwanan e û xwest endamên SGDF’ê Yucel Yavû û Devrîm Taylan Eryilmaz werin berdan. Gulen got îqtîdar ji rêxistinbûyîn û têkoşîna ciwanan ditirse û dixwaze bi rêbazên girtin, êşkence, revandin û lêferzkirina sîxûrtiyê wan bitepisîne û dê îqtîdar nikaribe ciwanan wisa bitepisîne.