Kongreya Giştî ya SES’ê bi hilbijartinê dewam dike 2020-10-18 14:02:40 NAVENDA NÛÇEYAN - SES’ê duh li Enqerê 10’emîn Kongreya Giştî ya Awarte li dar xistibû. Kongre di roja duyemîn de bi hilbijartinê dewam dike.  Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES), duh li Enqerê dest bi 10’emîn Kongreya xwe ya Giştî ya Awarte kiribû. Kongre îro bi rojeva hilbijartinê dewam dike. SES’ê ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) bangî mêhvanan nekir. Delegeyên SES’ê, KESK û rêveberên sendîkayê yên girêdayî KESK’ê beşdarî kongreyê bûn.    Axaftina vekirinê ya kongreyê Hevserokê Giştî yê SES’ê Îbrahîm Kara kir û bal kişand ser pirsgirêkên xebatkerên tenduristiyê yên di pêvajoya pandemiyê de, rûbirû hatin.    PIŞTGIRÎ DA FÎNCANCI    Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî, di kongreyê de axivî û got: “Aboriya welat mîna binesaziya siyasî ber bi têkçûyînê ve diçe. Her roj bi deh hezaran kes beşdarî artêşa bê karan dibin. Meaşên welatiyan li hemberî dowîzan dihelin. Her roj zem çêdibin û kirîn kêm dibe.”   Bozgeyîk, piştgirî da Seroka Konseya Navenda TTB’ê û wiha bilêv kir: “Piştî ku Seroka Konseya TTB’ê hat hilbijartin, Serokkomar ew weke hedef nîşan da. Em piştgiriyê didin Şebnem Korûr Fincanci û em li gel wê ne.”   Kongeya giştî bi hilbijartinê dewa dike.