Nexweşê epîlepsî li girtîgehê derket holê 2020-10-18 15:39:01   MÊRDÎN – Li Qoserê nexweşê epîlepsî Ramazan Ay ê heftiyek bû agahî jê nedihat wergirtin li girtîgehê derket holê. Ji ber cezayê wî hatiye erêkirin hatiye girtin.    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji 11’ê cotmehê ve agahî ji nexweşê epîlepsî Ramazan Ay nedihat girtin. Derket holê ku bi boneya cenazeyê Ramazan Ay ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye pejirandin li girtîgehê derket holê. Malbata Ay serî li Miduriyeta Polîsan a Qoserê da û malbatê li ser medya civakî jî windabûna wî ragihandibûn. Emniyetê ji malbatê re ragihand ku Ramazan Ay ji ber cezayê wî berê dadgeha bilind pejirandiye hatiye girtin û li Girtîgeha Vekirî ya Midyadê tê ragirtin.