Ji bo Cîhan Erdal kampanya îmzeyan hat destpêkirin 2020-10-18 17:23:46   STENBOL – Ji bo ku Cîhan Erdal ê ji ber “Lêpirsîna Kobanê” hat girtin were berdan kampanya îmzeyan hat destpêkirin.    Akademîsyen Cîhan Erdal di çarçoveya “Lêprisîna Kobanê” ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê birêvebirin di 2’yê cotmehê de hatibû girtin. Ji bo ku Erdal were berdan kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Ev kampanya bi pêşengiya mamosteya Erdal, Jacqueline Kennelly ya li Zanîngeha Carleton dimîne û ku li teza Erdal mêze kiribû tê birêvebirin. Din ava hefteyek de 2 hezar û 500 îmze hatin berhevkirin. Di nava yên îmze dane de akademîsyenên navdar ên cîhan wek Enzo Traverso, Judith Butler, Etienne Balibar, Noam Chomsky, Silvia Federici, Toni Negri û Wendy Brown cih digirin. Akademîsyenan ji bo kampanya li Tirkiyê were belavkirin metnek daxuyaniyê belav kirin û xwestin her kes piştevaniya kampanya wan bike û Cîhan Erdal demildest were berdan.