Dayikên 9 roj di binçavan de man: Têkoşîna me ya aştiyê dê bidome 2020-10-19 09:04:54 RIHA - Dayikên Aştiyê yên 9 rojan di binçavan de man û hatin berdan diyar kirin ku ew bi serdana sersaxiyan hatine sûcdarkirin û ew ê bi hesreta aştiyê pêk bînin têkoşîna xwe bidomînin.  Li Rihayê di 6’ê cotmehê de Dayikên Aştiyê Hadlê Ogûr, Fatma Akbaş, Adalet Çay û Meyaser Korkmaz bi 8 kesên din re di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. 9 roj li Miduriyeta Polîsan a Rihayê di binçavan de hatin ragirtin. Mehkemê Adalet Çay bi biryara “hepsa malê” û her sê dayikên din jî bi şertê kontrola edlî ku dê di hefteyê de sê rojan biçin emniyetê îmzeyê da berdan. Dayikên Aştiyê Hadlê Ogûr û Meyaser Korkmaz ku heta îro gelek carên din jî hatine binçavkirin û hatine berdan têkildarî binçavkirina xwe axivîn.    YA WÊ YAN JÎ MALBATA WÊ BINÇAV DIKIN    Dayika Aştiyê Hadlê Ogûr (49) diyar kir ku wê seranserî jiyana xwe gelek caran bi tundî û zordestiya dewletê re rûbirû maye û got: “Ev rûbirûbûna tundiyê û zordestiyê didome. Ji ber em aştiyê qîr dikin bi van zextan re rûbirû dimînin û tên girtin. Heta niha ez 5 caran hatime binçavkirin. Ji ber min piştevanî da çalakiyên greva birçîbûnê hatim girtin û 7 meh zîndankirî mam. Min li girtîgehê jî çalakiya greva birçîbûnê domand. Tevî vê yekê jî min her tim aştî û biratiyê xwest. Li ber vê xwesteka me her tim bi ser me ve hatin. Me dikin hedef. Her cara tên me binçav dikin. Piştî 10 -15 rojan berdidin. Bi awayên kêfî me binçav dikin. Di binçavan de serdana min a sersaxiyan pirs kirin. Salên bihûrî jî gef li min xwarin. Ji min re digotin ‘tu ji mirinê natirsî?’ Ya min binçav dikin an jî zarokek min binçav dikin. Herî dawî jî min û hevjînê min binçav kirin. Her tim me çaverê dikin. Di nav zeviyên me de jî fotografên me dikişînin. Êdî em paxava xwe jî bi wan nakin.”    PIRSA MERASÎMA CENAZE JÊ KIRINE    Ogûr destnîşan kir ku tekane daxwaza dayikan aştî ye û got: “Divê êdî şer bi dawî bibe. Daxwaza aramiyê mafê herî bingehîn ê dayikan e. Çimkî dayikan gelek ewladên xwe di ber vî şerî de dane. Min her tiştê xwe da vê riyê. Me zarokên xwe bi nirx da û me gelek êşan kişand. Bila kesên din vê êşê nekişînin. Hêj bi ser me ve tên û dixwazin em teslîm bibin. Em teslîm nabin. 9 rojan di binçavan de mam. Beşdariya merasîma cenazeyê dayikej di hepsê de jiyana xwe ji dest da ji min pirsîn û dibêjin ‘çima tevlî bûyî?’ Serdana însanan a sersaxiyê û beşdariya merasîman çawa dibe sûc? Dema van pirsan ji min kirin min ji mirovatiya xwe şerm kir.”    ‘TECRÎD RABE WÊ AŞTÎ JÎ WERE’    Ogûr destnîşan kir ku pêwîste tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û dema ev bi dawî bibe dê aramî jî were û wiha got: “Heta azadî pêk neyê wê bêaramî bidome. Heta ku aştî neyê em ê her tim bigirîn. 15 dayhikên aştiyê jiyana xwe ji dest dan. Ji me re digotin ‘dema şatî hat werin li ser gora me bêjin aştî hatiye.’ Her ku ez gorên wan ziyaret dikim şerm dikim û nikarim tiştek bêjim. Daxwaza wan dayikan tenê aştî bû. Bi vê hesretê jiyana xwe ji dest dan. Em jî dibêjin qet nebe em aştî bibînin û loma em têdikoşin.”    SERDANA WÊ YA SERSAXIYÊ PIRS KIRIN E    Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz (49) jî da zanîn ku bi salan e di nava siyasetê de cih digire û têkoşîna ji bo aştiyê were dayîn gelek bi nirx e û wiha got: “Cih girtina di nava dayikên aştiyê de rûmet e. Dayikên atşiyê naxwazin ku kêzikek û moriyek jî were kuştin. Daxwaza me ew e ku şer were rawestandin û rondik neyên rijandin. Daxwaza me sereke ev e. Di nava vê pêvajoyê de 3 caran min binçav kirin. Gelek caran bangî min kirin ku biçim îfade bidim. Bi sedema serdana sersaxiyan û daxuyaniyên çapemeniyê dozan vedikin. Her carê bi van sedaman min binçav dikin. Çûna min a sersaxiyê pirs dikin. Sersaxî parçeyek çanda me ye. Wezîfeyek mirovî ye. Çûna sersaxiyê ne qedexe ye.”    DAYIKA WÊ BI HESRETA AŞTIYÊ  KOÇ DIKE    Korkmaz anî ziman ku her car daxwaza aştiyê bêbersiv tê hiştin û bi girtina dayikên aştiyê jî wek “sabotekirina aştiyê” pênase kir û wiha got: “Naxwazin ku du dayik werin gel hev. Dayika min jî dayika aştiyê bû. Dayika min heta bêhna xwe ya dawî aştiyê xwest. Dayika min aştiyê nedît. Ez ê qet wê daxwaza dayika xwe ji bîra nekim. Heta ji destê me were em ê bo aştiyê têbikoşin.”