Waliyê derket kontrola maskeyan maske bi kar nayne! 2020-10-19 11:07:53   AMED – Waliyê Amedê Munîr Karaloglû ku ji bo bikaranîna maskeyan derket kontrolan, li gelek bernameyan maske bi kar nayne.   Li Amedê ku timik kontrolên maskeyan tên kirin û bi hinceta ku maske bi kar naynin bi milyonan cezayê pereyan li welatiyan hatiye birin, Waliyê Amedê Munîr Karaloglû ku ew bixwe jî li gelek bernameyan maske bi kar nayne derket kontrolê.    Walî Karaloglû, duh jî li navçeyên Çêrmûg û Şankuşê yên Amedê bê maske tevlî civînên nirxandinê bû. Vê yekê di civînên bi gel re jî berdewam kir. Li Walîtiyê jî Karaloglû maske bi kar nayne û mêvanên xwe bê maske pêşwazî dike.    Di 14’ê cotmehê de jî li eywana civînê ya walîtiyê Karaloglû bê maske tevlî civîna Lîjneya Koordînasyona Bajar a Serdema Sêyemîn bû.