Ahmet Turk îfade da: Lêpirsînek siyasî ye 2020-10-19 13:43:43 MÊRDÎN – Ahmet Turk ê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de îfade da, diyar kir ku ev lêpirsîna bi biryara siyasî hatiye destpêkirin. Derbarê Turk de, biryara qedexeya derveyî welat hat dayîn.    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin, di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya Serdozgerê Komarê yê Enqerê da bû dest pê kirin de, îfade da. Bi Turk re, Parlamentera HDP’ê Pero Dundar, rêveberên partiyê û parêzer hatin edliya Mêrdînê. Turk bi Pergala Ragihandina Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfade da dozgerê Edliya Enqerê.     Pirsên weke, parvekirinên medya civakî yên aîde  Navenda Giştî yên di 6 û 8’ê Cotmehê de hatibûn kirin, daxuyaniya ji aliyê MYK’a HDP’ê vê hatibû dayîn, daxuyaniyên di 20’ê Îlona 2014’an de dabûn çapemeniyê û piştî şerê li Kobanê bi dawî bû çûyîna wî ya bi şandeyê rê ya li bajêr jê hatin pirsîn.    SERDANA KOBANÊ   Ahmet Turk di îfadeya xwe de wiha bersiva pirsan da: “Di çarçoveya agahiya dewletê de me çûn Kobanê. Ez di sala 1973’yan ketim parlamentoyê. Min 6 serdeman wekîltî kir. Di tevahiya jiyana xwe de, ez ji bo çareseriya demokratîk xebitîm. Bi sedan car ez beşdarî bernameyên televîzyonan bûm. Min daxuyanî dan. Li van deran min, di mijara çareseriya demokratîk û aştiyane de israr kir. Bi hezar car min got ku bi şer pirsgirêk çareser nabin. Trajediya mirovahiyê li Kobanê dijiya. Ji 15 hezarî zêdetir penaber hatibûn wê derê. Ji bo van penaberan tenê me bangawaziya alîkariyê kir. Dewletê bi xwe jî di vê mijarê de alîkarî da. Dîsa me bi Weliyê Mêrdînê re alîkarî organîze kir. Di vê mijarê de hin daxuyaniyên min hene. Di van daxuyaniyan de min banga alîkariyê kir. Ez wê demê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê bûm. Min cihê xwe di Lijneya Rêveberiya Navendî de ne digirt. Min daxuyaniya MYK’a yê jî ji çapemeniyê bihîst.   Belê ez çûm Kobanê. Lê ez bi destûra Walîtiya Rihayê û Qeymeqamê Pirsûsê çûm wê derê. Ji bo ku ez rewşa wê derê mêze bikim û avahiyên hilweşandî tespît bikim ez çûm serdana Kobanê. Min ev serdana xwe bi komeke 10-15 kesan re pêk anî. Me bi tu awayî hevdîtin bi rêveberên rêxistinekê re nekir û bi KCK’ê re hevdîtin kir. Min mirovên li Kobanê mabûn em pêşwazî kirin. Me rewşa li wê derê tespît kir û em paşve vegeriyan.    Hûn jî baş dizanîn, wê demê Rêveberiya Federe ya Iraqê çek û maşineyên zirxî şandin. Çûyîna me ya wê demê ji ber nêzîkatiay dewletê bû. Wê demê ji Iraqê malzemeyên eskerî çûn û li ser Tirkiyeyê rê maşîneyên zirxî çûn. Me jî destûr xwest û em wisan çûn. Ez sûcdariyên li ser xwe qebûl nakin. Di bûyerên 9-8’ê Cotmehê de jî ez li Mêrdînê bûm.    MIN BANGA ARAMIYÊ KIR   Min di vê pêvajoyê de jî, banga aramiyê kir. Tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê min nas dike. Sedama çûyîna min a Iraqê jî, felçbûyîna Celal Talabanî bû. Ji Almanyayê vegeriyabû min çû wî ziyaret kir.”   QEDEXEYA DERKETINA DERVEYÎ WELAT   Piştî îfadeya Ahmet Turk parêzerên wî parastin kir. Dozger bi daxwaza biryara qedexeya derketina  derveyî welat, Ahmet Turk sewqî dadgehê kir. Dadgeha Cezayê Sûlhê, wê piştî nîvro derbarê Turk de biryara xwe aşkere bike.    TURK BIRYAREK SIYASIYE   Turk di derketina edliyê de derbarê lêpirsînê de daxuyanî da û got: “Ev lêpirsîn ne hiqûqiye û ne adilaneye. Piştî 6 salan vekirina dozeke wiha, biryarek siyasiye.”   Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqerê piştî navbera nîvro, derbarê Ahmet Turk de, biryara qedexeya derketina derveyî welat da û serbest berda.