Ji bo 43 qurbaniyên serhildanên Kobanê 43 pêşnûme 2020-10-19 15:53:32   ENQERE – Parlamenterên HDP’ê, ji bo 43 welatiyên ku di serhildanên Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Abdûlhamît Gul û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, bibersivînin 43 pêşnûme pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirin.   Parlamenterên HDP’ê, ji bo 43 welatiyên ku di serhildanên Kobanê de yên di sala 2014’an de jiyana xwe ji dest dabûn, bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Abdûlhamît Gul û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, bibersivînin 43 pêşnûme pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirin.   Buroya Çapameniyê ya HDP’ê derbarê pêşnûmeyan de agahî da û ragihand ku 6 sal in derbarê 43 kesna de tu lêpirsîn nehatine destpêkirin û kujerên 43 kesan nehatine tespîtkirin. Buroyê, destnîşan kir ku 9 pêşnûmelêkolînên ku HDP’ê jibo derketine holê ya rastiyan daye Serokatiya Meclisê hatine redkirin. Buroyê, di berdewamê de jî da zanîn ku parlamenterên HDP’ê derbarê her kesê ku jiyana xwe ji dest daye de pirs amade kirine û bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Gul û Wezîrê Karên Hundir Soylû bibersivînin pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirine.