Sevmîşa ku li dadgehê ji ser hişê xwe ve çû şandin girtîgehê 2020-10-19 16:25:39   COLEMÊRG – Fatma Sevmîş ku piştî ku derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn û rewşa wê nebaş bû, piştî tedawiya wê ya li nexweşxaneyê şandin girtîgehê.    Di serdegirtinên malan ên di 14’ê cotmehê de Fatma Sevmîş (50), li Colemêrgê hatibû binçavkirin û piştî 3 rojan bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Piştî biryara girtina xwe rewşa Semîş nebaş bû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Piştî ku tedawiya wî ya li nexweşxaneyê bi dawî bû, îro Sevmîş şandin Girtîgeha Wanê. Hat hînbûn ku ji ber vîrûsa koronayê Sevmîş li girtîgehê kirine qarantînaya 14 rojan.