Belavkarê rojnameyê Tûnçdemîr binçav kirin 2020-10-19 16:36:35   WAN – Belavkarê Rojnameyê Mikaîl Tûnçdemîr ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê rojnamegerên ji ber avêtina welatiyan a ji helîkopterê derxistibûn holê hatibûn girtin de ji bo gotin dayînê çû Miduriyeta Emniyetê ya Wan, li vir hat binçavkirin.    Belavkarê Rojnameya Yenî Yaşam ku Mikaîl Tûnçdemîr ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê rojnamegerên ji ber avêtina welatiyan a ji helîkopterê derxistibûn holê hatibûn girtin de biryara binçavkirina wî hatibû dayîn, ji berk u bi vîrûsê ketibû wê demê nehatibû binçavkirin. Îro dema ku di çarçoveya lêpirsînê de ji bo gotin dayînê çû Miduriyeta Emniyetê ya Wanê, li vir hat binçavkirin.