75 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan 2020-10-19 20:03:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 75 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên heya ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bûye 9 hezar û 371.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 75 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 958 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 9 hezar û 371 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 349 hezar û 519.