Zilamê tundiya sistematik pêk tîne nayê girtin 2020-10-20 09:04:56 MÊRDÎN – Hasann Eneş ku li navçeya Artûklûyê tundî li Ceyhan Eneş kiribû, li gel giliya bi rapora derpkirinê jî hat berdan. Eneşa ku tundî lê hatibû kirin banga piştgiriyê kir.  Hasan Eneş ku li taxa Cûmhûrriyetê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê esnafî dike, duh hevjîna xwe ya ku ji hev cihê dijîn derp kiribû û ji aliyê polisan ve hatibû binçavkirin. Polisan, Hasan Eneş birin Navenda Polisan a Yenîşehîrê û li gel giliya Ceyhan Eneş a bi rapora derpkirinê jî Hasan Eneş bi biryara “Dûrxistinê” hat berdan.    BANGA PIŞTGIRIYÊ    Ceyhan Eneş, derbarê serboriya xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku beriya niha jî gelek caran tundî lê hatiye kirin û li gel giliyên ku kirine jî tu encamek bi dest nexistiye û biryarên “dûrxistinê” pêk nehatine. Eneş ku nexwest serçavê wê di qamerayê de bê xuyakirin, diyar kir ji ber ku hevjînê wê bi mera mela bi jineke din re zewiciye, bi 4 zarokên xwe re ji hevjînê xwe cihê dijî û wiha got: “Timik tundî li min dihat kirin û ji ber tundiya li min hat kirin beriya çeneya min şikiya. Her cûre zilmê li min û malbata min dike. Êdî hêza min nema. Piştgiriyê dixwazim. Ji ber tundiya li min tê kirin êdî derûniya min û zarokên min xera bûye.”    MA / Ahmet Kanbal