Wê kursên zimanê kurdî di 24'ê Cotmehê de dest pê bikin 2020-10-20 09:05:01 STENBOL – Wê kûrsên Komeleya Lêkolînên Kurdî di 14'ê Cotmehê de dest pê bikin. Hevseroka komeleyê Leman Elam got: "Em dikarin bi xwedîderketina li çand û zimanê kurdî li ber polîtîkayên asîmlasiyonê rabin."  Komeleya Lêkolînên Kurdî, wê di 14'ê Cotmehê de dest bi kursên xwe yên ziman bike. Kesên dixwazin tevlî kursan bibin, divê forma qeydkirinê ya li ser hesabên medyaya civakî ya komeleyê hatiye parvekirin dagirin. Piştî serlêdan bi dawî bibin wê ders di 24'ê Cotmehê de dest pê bikin. Dersên kurmancî wê her roj saet di navabera 20.00-22.00'yan de û yên kirmanckî jî wê roja pêncşem û înê saet di navbera 18.00-20.00'î de bên dayîn. Wê kurs ji ber şewba Covîd-19'ê bi awayekî onlîne bên dayîn.    DI NAVA ÇEND SAETAN DE 600 SERLÊDAN    Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Leman Elmas, anî ziman ku çawa serlêdanên ji bo kursan ragihandine, di nava çend saetan de 600 kesî serlêdan kiriye û ji ber vê eleqeya zêde kêfxweş bûne. Elmas, destnîşan kir ku her diçe eleqeya ji bo kurdî zêde dibe.    WÊ KURSÊN ONLÎNE BIDOMIN    Elmas, diyar kir ku kursên ku ber çêkiribûn kotayek wan hebûn, lê belê wan di kursên onlîneyî de kotaya heyî zêde kirine û got, lewma gelek kesan xwe gihandiye wan û xwestine daxilî kursan bibin. Elmas, anî ziman ku ji gelek deverên cîhanê mirov xwe gihandine wan û xwestinî hînî kurdî bibin û got, heya pandemî hebe wê kursên wan onlîneyî dewam bikin.    ‘PÊVAJOYA TUNEKIRIN DIDOME'    Elmas, destnîşan kir ku ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha li hemberî kurdî û kurdan polîtîkayên asîmlasiyonê û tunekirin didomin û got: "Hefteya borî Qeymeqamê Gazîosmanpaşayê, lîstika kurdî Bêrûyê qedexe kir. Nahêlin kurd bi zimanê xwe lîstikekê jî bilîzin. Bi van qedexeyan dixwazin çand û zimanê kurdî tunebikin. Divê li hemberî vê yekê kes bêdeng nemîne û divê em zimanê xwe û çanda xwe biparêzin."    ‘MALBAT KURDÎ HÎNÎ ZAROKÊN XWE NAKIN'    Elmas, destnîşan kir ku ancax mirov bi xwedîderketina li çand û zimanê kurdî dikare li hemberî van polîtîkayan rabe û got: "Êdî divê zimanê kurdî têkeve rojeva kurdan. Mesela, malbatên me bi zimanê xwe bi zarokên xwe re naaxivin. Bi hinceta wê zarokên wan li dibistanê ne serkeftîbin kurdî hînî wan nakin. Feraseteke bi vî rengî heye. Ev feraseteke şaş e. Çimkî zarok bi rihetî dikarin çend zimanan bi hev re hîn bibin."    MA / Mehmet Aslan