17 sal in rêya dubleyî nehatiye temamkirin 2020-10-20 09:05:23 SÊRT – Rêya dubleyî ya di navbera Misirc-Sêrtê de ku 32 kîlometre ye, 20 kîlometreyê wê 17 sal in nehatiye çêkirin.  Recep Tayyip Erdogan, ji qedexeya siyasî di hilbijartina 2002'yan de nikaribû bibe parlementer. Lê belê paşê ji bo wî li Sêrtê hilbijartin cardin hat kirin. Bi îdiaya ku di sindoqên navçeya Şêrwanê de "nelirtêyî" hatiye kirin Desteya Hilbijartinê ya Bilind di 9'ê Adara 2003'yan de cardin hilbijartin kiribû û di vê hilbijartinê de Erdogan bûbû parlementer. Dû re Erdogan, di 12'ê Gulana 2003'yan de li Sêrtê tevlî merasîma vekirina hin deveran bûbû û di vê merasîmê de ragihandibû ku wê dest bi çêkirina rêya dûbleyî bikin. Rêya dûbleyî ya di navbera Sêrt-Êlihê de hatibû çêkirin, lê rêya dubleyî ya di navbera Misirc-Sêrtê de ku 32 kîlometre ye, 20 kîlometreyê wê 17 sal in nehatiye çêkirin.    Rêya 12 kîlometreyî ya Misirc-Sêrt-Hawêlê çend sal berê hat çêkirin, lê belê 20 kîlomtereyê mayî 17 sal in nehatiye çêkirin. Tê gotin ku i ber li texma Yenî Mahalleyê xwediyên erdan û Şaxa Şeftîya 94'an a Rêya Bejhiyê li hev nakin çêkirina rê 3-4 sal in hatiye sekinandin. Lê belê ji ber neçêkirina vê rêyê tim qeza diqewimin.    Her wiha piştî Bendava Ilisûyê hat çêkirin wê rêya Çemê Başûr di bin avê de bimîne û ji ber vê zûzzûka pirek hatçêkirin. Lê belê hêleke pirê tenê tê xebitandin.    Rêya navbirî ya 20 kîlomtereyî hîn jî nediyare wê kengî bê çêkirin û her wiha der barê wê de jî tu tişt nayên gotin.