Qeyûm wê budçeya îtfaiyeyê ji bo çêkirina kursên Qur'anê xerc bike! 2020-10-20 09:06:44 AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaloglû, biryar girt ku bi budçeya îtfaiyeya şaredariyê li 3 navçeyan Kursên Qur'anê yên Leylî yên Keçikan bên çêkirin.  Qeyûmê nû yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaologlû jî budçeya hin yekeyên şaredariyê ji bo tiştine din xerc dike. Meclîsa Şaredariyê 470 hezar TL'Yê Projeya Atolye Ji Bo Jinan û Malên Lîstikan ên Zarokan, ji budeya Projeya Çêkirina Navenda Çandê ya Gêlê 880 hezar TL û ji budçeya Projeya Kampa Havînê ya Zarokan a Gola Hezarê 2 milyon û 820 hezar TL bi giştî 5 milyon û 170 hezar TL daxilî nav budçeya Serokatiya Daîreya Fenê kir.    BUDÇEYA ÎTFAIYEYÊ   Her wiha Meclîsa Şaredariya ku qeyûm ava kiriye ji budçeya Îtfaiyeyê jî 4 milyon TL girt û daxilî nav Projeya Kursên Qur'anê yên Leylî yên Keçikan kir ku dê ev kurs li Bismil, Erxenî û Farqînê bên çêkirin.    ‘MA WÊ DIYANET MUDAXILÎEYÎ AFETÊ BIKE?'    Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm ew fesix kiribû Riza Barût, anî ziman ku budêeya ku ji yekeyên din hatiye girtin û daxilî nav ya Serokatiya Daîreya Karên Fenê hatiye kirin tê wateya ku şaredarî jin û zarokan tune dihesibîne. Barût got: "Budçeya u ji Serokatiya Karên Diyanetê re tê veqetandin ji budçeya gelek wezaretan zêdetir e. Em ne li dijî kursên Qur'anê ne, lê ev qas budçeya Serokatiya Karên Diyanetê heye, çima radibin budeya ji bo xizmetê hatiye evqetandin ji bo karên diyanetê xerc dikin. Ev ne tiştekî rast e. Radibin budçeya îtfaiyeyê ji bo karên diyanetê bi kar tînin. Hadê em bibêjin sibê afetek çêbû, ma wê Karên Diyanetê mudaxileyî afetê bike?"    'BIRYAREKE BÊUSÛL'    Barût, destnîşan kir ku nelirêtiyên ku qeyûm dike tim di çapemeniyê de cih digirin û got: "Lê ji bo biryara niah dibêjin bi yek dengî hatiye girtin. Lê halbûkî meclîsa bijartî ya şaredariyê hatiye fesixkirin. Rabûne ji karmendan û serokê daîreyan meclîsek çêkirin. Serokê daîreyê teklîfekê amade dike û cardin diçe weî endamekî emclîsê teklîfa ku amade kiriye erê dike. Em vê biryarê wekî biryareke bêusûl dinirxînin, ji lewra li holê meclîs tuneye."