Danişîna doza Tahîr Elçî piştî 5 salan sibê dest pê dike 2020-10-20 10:00:23 NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî kuştina Tahîr Elçî 5 al şûn ve danişîna ewil a doza derbarê 3 jê polîs ku 4 bersûc tên darizandin wê were lidarxistin. Hevjîna Elçî, Turkan Elçî got “Dixwazin bi me bidin bawerkirin ku mirina wî mirinek tesadufî ye.” Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî kêliya bi komek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li ber Minareya Çar Ling a Sûra Amedê bi mexseda xwedî derketina minareye ku ji şer hatibû rûxandin derdiket di 28’ê Mijdara 2015’an hat qetilkirin. Danişîna ewil a doza bersûcên doza Tahîr Elçî sibê yanî di 21’ê cotmehê de li Edliya Amedê dest pê dike.   Kuştina Elçî li ser vê axê dilê bi milyonan kurd û dostên kurdan êşand. Dilê bi deh hezaran hiqûqzan êşand.   Elçî hiqûqzanek ji salên 1990’î dihat. Dema mervi dibêje salên 90’î helbet bûyerên tarî ango fail nediyar tên bîra meriv. Elçî yek ji parêzerên hin ji wan malbatên xizmên winda bûyî bû. Elçî gelek li ser dosyeyên windayan xebitîbû û bi malbatên wan re li edaletê digeriya. Lê piştî bi salan çîroka edaleta Elî veguherî yek ji çîrokên edaletê yên wan windayên salên 90’î. Ew bi guleyek ji paş ve li serê wî ket û bûyer li ber kamereyan pêk hat. Her çiqas ev bûyera girîng li ber kamerayan pêk hat jî lê 5 sal in bûyer nehatiye zelalkirin û piştî ewqas sal dê danişîna dozê were lidarxistin. Li gorî beşek mezin a raya giştî tê gotin ku dewlet dixwaze ser bûyerê bigire.   3 JÊ POLÎS 4 BERSÛC HENE   Ji roja bûyer pêk heta îro 3 serdozger û 5 dozger hatin guhertin. Di vê de jî bêhiqûqî di asta jor de xuya dike. Piştî çar salan doznameya bûyerê hat amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê 3 jê polîs 4 bersûcan de dozname amade kir û dozname ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 10emîn a Amedê ve hat qebûlkirin. Di doznameyê de polîsên bersûc M.S., F.T. û S.T. ji sûcê “Bi zanebûn rê dane mirinê” tên darizandin û ji 2 salan heta 6 salan ceza ji bo wan tê xwestin. Derbarê bersûcê din endamê PKK’ê Ûgûr Yakişir de jî bi gelek hêcetan bi giştî 3 caran cezayê girankirî yê heta hetayê û 45 sal cezayê hepsê jê re tê xwestin.   DOSYEYAN KIRIN YEK   Kuştina polîs Ahmet Çîftaslan û Cengîz Erdur ên 100 metre dûrî cihê Elçî lê hat kuştin jî bi vê dosyeyê ve kirin yek. Ev her du polîs ji aliyê Ûgûr Yakişir û Mahsûm Gurkan ku polîsan ew dişopandin ve hatin kuştin. Yakişir û Gurkan piştî her du polîsan dikujin ber bi kuçeya Minareya Çar Ling ve dibezin û div ê kêliyê de polîsên li ber daxuyaniya çapemeniyê ne dest bi gule reşandinê dikin û gule ber didin her du ciwanan. Yek ji van guleyên Elçî dibîne û bû sedemê kuştina wî.   Ji van her du kesên polîs gule li wan direşînin, Mahsûm Gurkan di şerê li taxên Sûrê de jiyana xwe ji dest da û Yakişir jî firar e û ji dozê tê darizandin.   Elçî kêliyek beriya jiyana xwe ji dest bide di daxuyaniya xwe de wiha digot: “Vî cihî dîrokî ji gelek şaristaniyan re dergûşiyê kiriye, vê cihê qedîm mazûvaniyê kiriye. Em li vê mekana hevpar a mirovatiyê çek, şer û operasyonê naxwazin. Şer, pevçûn û operasyon bila ji vê qadê dûr bibin.”   PIŞTÎ GOTINA ‘PKK NE RÊXISTINEK TERORÊ YE’ BÛBÛ HEDEF   Elçî beriya were kuştin jî di 15’ê cotmeha 2015’an de beşdarî bernameya Ahmet Hakan a di CNN Turk de bû. Elçî di bernameyê de gotibû “PKK ne rêxistinek terorê ye” û her tişt ji van gotinên wî dest pê kiribû. Li ser van gotinên wî Elçî hat lînckirin û derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn. Elçî hat binçavkirin û piştî îfadeyên wî hatin wergirtin bi biryara qedexeya derketina derve hatibû berdan. Bi daxwaza 5 salan zîndanîkirinê jî doz lê hatibû vekirin. Elçî piştî wê bernameyê hedef hatibû nîşandan.   DAVÛTOGLÛ SOZ DABÛ LÊ…   Piştî ku Elçî jiyana xwe ji dest da Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû gotibû “Wê ev bûyer teqez wre ronîkirin. Em di serdema xwe de destûrê nadin failê meçhûl. Piştî vê êrişa terorê li dijî Birêz Tahîr Elçî sûîkast pêk hatiye. Heke rewşek wisa hebe teqez wê were lêkolînkirin û kî viya kiriye wê derkeve holê. Lê belê kî kiribe bila kiribe, hedef vekirî ye, hedef tenê ne birêz Tahîr Elçî ye hedef Tirkiye ye.”   GOTINÊN QERASE KIRIN LÊ XWEDÎ LI SOZA XWE DERNEKETIN   Tevî ewqas gotinên qerase û hevokên nepixandî yên rayedaran ku digotin dê di demek kin de bûyer were ronîkirin, lê bûyer nehat ronîkirin û sozên dan jî nehatin girtin û nehat tespîtkirin ka gule ji kîjan sîlehê derketiye.   TEVÎ EWQAS RAPOR Û DAXWAZ JÎ KIRYAR NEHATIN GIRTIN   Ji 28’ê Mijdarê roja Elçî hat kuştin û heta roja dozname hat amadekirin, hem Baroya Amedê û hem jî gelek şandeyên pispor û hiqûqzanan rapor amadekirin û daxwazan ji rayedaran kirin lê dîsa jî kiryar nehatin diyarkirin û dozname dereng hat amadekirin. Serlêdan û rapor bêencam man. Di asta dihat xwestin de bûyer ne ronî bû û ne jî dozname hat amadekirin. Hêj gule nayê zanîn ku ji kîjan sîlehê derketiye. Di nava ewqas demê de adeta bêhiqûqî û bêedaletiyê mohra xwe li sosretên darazê da.   DANIŞÎN SIBÊ YE   Danişîn wê sibê piştî 5 salan saet di 10.00’an de li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê dê were lidarxistin. Polîsên bersûc S.T. û M.S. dê bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) di danişînê de amade bikin û polîsê din ê bersûc F.T. û polîsên di dosyeyê de wek “şahid” cih digirin dê werin guhdarkirin.   NAMEYA TURKAN ELÇÎ   Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî di salvegera 4’emîn qetilkirinê de nameyek ji bo hevjînê xwe nivîsandibû û di nameyê de wiha gotibû: “Dixwazin bi me bidin bawerkirin ku mirina te mirinek tesûdufî ye. Lê hâlbuki em dizanin, berê lûleya dan ser te bi zanebûn û fîlen e. Guleya hat berdan ne bi şaşî ye. Halbûkî em dizanin, roj bi roj hikuma hiqûqê kêm dibe, maf tine dibe û qatil li vê kuçeya me bi kevi dimeşin.”   MA / Omer Çelîk