Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 9 hezar û 445 2020-10-20 20:39:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 74 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên heya ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bûye 9 hezar û 445.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 74 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 894 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 9 hezar û 445 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 351 hezar û 413.