SÎHA'yên Tirkiyeyê êrîş birin ser Dêrikê: 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da 2020-10-20 20:47:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşa SÎHA'yên Tirkiyeyê de li bajarê Dêrik ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.    Tirkiyeyê bi SÎHA'yan êrîş bir ser gundê Merzê yê bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku di êrîşê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hê jî liv û tevgea am»rên hewayî yên Tirkiyeyê li ser bajarê wan dewam dike û cihên ku sivîl lê dijîn hedef tên girtin.