'Me guh li wezîr kir, niha hema bibêje me top avêtiye' 2020-10-21 09:19:52 MÊRSÎN - Muhsîn Demîr ku li Tarsûsê sewalvaniyê dike, gotina "Wê Cotmeh ji Îlonê xweştir be" ya Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak bibîr xist û got: "Me guh li wezîrê ku dibêje wê her meh ji meha din xweştir be kir. Lê mixabin êdî em ketine halekî werê ku hema bibêje me top avêtiye."  Cotkar û sewalvanên Herêma Çûkûrovayê anîn ziman ku halê kar û barê wan ne tu hal e.    Mûhsîn Demîr ê 40 salî ku li Taxa Fahrettîn Paşa ya Tarsûsê sewalvaniyê dike, anî ziman ku diçe herêma Anatolyaya Navîn berxikên 5-6 mehî distîne û 4 mehan wan xwedî dike û dû re wan difiroşeç Demîr got: "Em li gundan heba berxan bi hezar û 100 TL'yî dikirin. Em jî hem bi awayê kîloyan hem jî bi awayê goşt difiroşin. Gava em bi saxî bifiroşin, em kîloya wê bi 23 TL'yan didin. Lê gava em bi awayê goş bifiroşin, em kîlo goş bi 42 lîreyan difiroşin. Mihek, li dor 30 kîlo goşt e."    HER TIŞT BÛYE PERE    Demîr, bilêv kir ku rojê 3 danan êm dide heywanan û got, niha li çewliga wî 450 berxên wî hene. Demîr, diyar kir ku herî dawî berx ji Bêşebaba Şirnexê stendine û got, gava heywanan nû dikere ji mecbûrî guhar bi wan vedike. Demîr, da zanîn ku serê berxekê 30 TL heqê guhar dide û got ji bo anîna 150 berxên ku ji Bêşebabê kirîne jî 2 hezar û 500 TL heqê rê daye. Demîr got: "Gava ewm heyanan nû tînin em derziya webayê li wan dixin. Paşê ji bo ji ber êm jehrî nebin, em cardin aşî dikin. Dû re ji bo nemirin em derziyên kezebê li wan dixin. Herî dawî jî em derziyên sitayê li wan dixin. Dermaneke 250 ml 6 meh berê bi 60 TL'yî bû, niha bûye 90 TL. Min di meha Hezîranê de tona kayê bi hezar û 200 TL'yî kirî. Lê niha hezar û 800 TL ye. Me ceh jî bi hezar û 300 TL'yî dikirî lê niha bûye hezar û 600 TL: Mehek berê heqê kîsê êm bi 65 TL'yan bû lê niha bi 87 TL'yî ye. Her tişt biha dibe lê fiyetê heywanan? 6 meh berê me bi saxî kîloya berxê bi 23 TL'yan dide, niha jî 23 TL ye."    BÛNE MEHKÛMÊ BAZIRGANAN    Demîr bal kişand ser gotinên ku dibêjin "goşt biha ye" û got: "Em bang li rayedaran dikin. Werin em li vê derê bi 45 TL'yan bidin we. Tu rayedar nayê hevdştinê bi me re çênake. Em jî ketine nav lepên bazirgan û qesaban. Her diçe em kêmtir dikin. Gava heywanên me tam mezin dibin em dicin saziyê goş û masiyan. Lê sazî randevûya me 3 mehan taloq dike. Bazirgan dibêje 42 TL, lê saziya goş û masiyan dibêje 37 Tl. Lê binêrin dewlet i bazirganan erzan dikre. Êdî em nikarin ji nav vê derkevin."    ‘HINDIK MAYE EM TOP BAVÊJIN'    Demîr gotina"Wê Cotmeh ji Îlonê, ya Mijdarê ji Cotmehê, ya Kanûnê ji ya Mijdarê, ya Çileyê ji ya Kanûnê û wê ya ibatê ji ya Çileyê xweştir be" ya Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak bibîr xist û got. "Me guh li wezîrê ku dibêje wê her meh ji meha din xweştir be kir. Lê mixabin êdî em ketine halekî werê ku hema bibêje me top avêtiye."    MA / Omer Akin