Şaredariya HDP'î bi 60 hezarî çêdikir, lê qeyûm bi 400 hezar TL'yî çêdike 2020-10-21 09:21:16 AMED - Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku ji peywirê hat girtin, anî ziman ku projeya çêkirina sererastkirin û çêkirina kuçeyên Sûrê di nîvî de hatiye hiştin û got, serê her kuçeyê 60 hezar TL lê diçû, lê belê qeyûm di çarçoveya vê projeyê de wê kuçeyekê bi 400 hezar TL'yî çêbike.  Şaredariya Sûrê, di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an d ecardin ketibû destê HDP'ê. Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr jî bûbûn hevşaredarê wê. Gava şaredarî di dest HDP'ê de bû li Taxa Alîpaşa û Lalebeyê û taxên din "projeya çêkirina kuçeyên Sûrê" dest pê kiribû. Di çaçroveya projeyê de gelek kuçe hatibûn çêkirin û serê her kuçeyê 60 hezar TL hatibû xerckirin. Lê belê piştî di 22'yê Kanûna 2019'an de qeyûm hat tayinkirin, projeya navbirî nîvco ma. Qeym Abdullah çîftçî û Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê niha dixwazin vê projeyê dewam bikin, lê belê dibêjin wê serê her kuçeyê 400 hezar TL'yî xerc bikin.    DU MEHAN CAREKÊ KUÇEYEK DIHAT ÇÊKIRIN    Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku ji peywirê hatiye girtin, anî ziman ku gava li ser kar bûn ji bo gel xizmet dikirin û projeyên wan hemû li gor daxwazên gel pê dihatin. Bûlûttekîn, bilêv kir ku projeya çêkirina kuçeyên Sûrê jî bi vî awayî pêk anîne û got: "Armanca me em tevî Şaredariya Bajarê Mezin tenê ne ku kuçeyan çêbikin, me dixwest em hewşên malan sererasrt bikin bêyî ku em dest bidin awayê wê yê berê. Projeya me zûzûka pêk dihat. Di nava 2 mehan de me kuçeyek temam kir. Lê piştî qeyûm hat tayinkirin projeya me jî nîvco ma."    SERÊ KUÇEYÊ 400 HEZAR TL!    Bûlûtttekîn, diyar kir ku niha qeyûm û Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê dixwazin heman projeyê bidomînin û got, wan kuçeyek bi 60 hezar TL'yî çêdikir, lê belê niha qeyûm dixwaze her kuçeyê bi 400 hezar TL'yî çêbike.    ‘PROJEYEKE KOMUNAL BÛ'    Bûlûtttekîn diyar kir ku li kuçeyan malbatan jî aliyê wan dikir û got: "Me bi awayekî dilxweşî û komunal ev kuçe çêkir." Bûlûtttekîn, destnîşan kir ku piştî dest bi projeyê kirine gelek daxwazên welatiyan ên di vî warî de jî zêde bûne û got: "Armanca me em tevahiya Sûrê çêbikin. Her wiha me dixwest em kampanyayekê bidin destpêkirin ku ji gel, xebatkar, endezyar û mîmaran bigire her kes xwe tê de bibîne."    'DIVÊ DÎROK BÊ PARASTIN'    Bûlûtttekîn, diyar kir ku gava wan kar dikir hesa tev digeriyan ku zirara negihê awayê ewil ên avahiyên Sûrê û got, projeya wan bala şênyên navçeyê kişandibû. Bûlûtttekîn got: "Ji bo tahde negihê awayê ewil ê avahiyan me malzemeyên li gor wan bi kar dianî. Me serê Hezîranê det pê kir û me di nava 2 mehan de qedand. Armanca me em di salekê de tevahiya kuçeyên Sûrê çêbikin."    MA / Ergîn Çaglar - Fethî Balaban