Li Eyn Îsayê şerekî dijwar derket 2020-10-21 09:25:00   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gundê Seyda yê Eyn Îsayê, di navbera QSD û komên girêdayî Tirkiyeyê de şerekî dijwar derket.    Li gundê Seyda yê navçeya Eyn Îsayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û komên girêdayî Tirkiyeyê de şerekî dijwar derket. Komên girêdayî Tirkiyeyê hewl dan jki gundê Seydayê bikevin navçeya Eyn Îsayê, hêzên QSD’ê vê hewldanê ferq kirin û mudaleyî komên girêdayî Tirkiyeyê kirin. Şerê ku di saetên şevê de dest pê kir heta serê sibehê berdewam kir.  Li ser bajarê Eyn Îsayê jî liv û tevgera hewayî ya balafirên Tirkiyeyê didome.