Testa DNA’ya Ersayan derket lê cenaze li holê nîne 2020-10-21 13:28:59   AGIRÎ - Malbata endamê HPG’ê Halîs Ersayan yê li Bazîdê jiyana xwe ji dest da ji bo wergirtina cenaze nimûneya xwînê da dozgeriyê. Dozgeriyê bersiva “DNA li hev hat, lê di destê me de cenaze nîne” da malbatê.    Sala par li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di navbera leşkeran û HPG’ê de şerek derketibû. Endamê HPG’ê Halîs Ersayan di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Ersayan ji bo wergirtina cenaze di mijdara 2019’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bazîdê dabû û ji bo testa DNA’yê nimûneya xwînê dabû. Malbatê tu bersivek wernegirt û di îlona îsal de carek din serî li dozgeriyê da.    Dozgeriyê piştî serlêdana duyemîn bersiva malbata Ersayan da û ji malbatê re gotiye “Me li gorî nûveyên di destê xwe de test kir. Testa DNA’yê li hev hatiye lê belê cenaze di destê wan de nîn in. Tiştek em bikin nîne.”