Li Pulurê cenazeyê şivanek hat dîtin 2020-10-21 14:31:34   DERSIM – Li navçeya Pulurê cenazeyê welatiyê bi navê Mehmet Kil ku li gundê Saritosûnê şivantî dikir hat dîtin.    Li navçeya Pulurê cenazeyê welatiyê bi navê Mehmet Kil (65) ku li gundê Saritosûnê şivantî dikir hat dîtin. Li ser haydarkirina gundiyan, komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û cenazeyê Kil rakirin Nexweşxaneya Entegre ya Pulurê. Di otopsiya ku hat kirin de şûnên derban di laşê Kil de nehatin dîtin. Hat ragihandin ku Kil qrîza dil derbas kiriye û ji ber vê jiyana xwe ji dest da.