TJA’yî bi jinên ku li tekstîlê dixebitin re hatin gel hev 2020-10-21 14:57:33   RIHA – Jinên TJA’yî di çarçoveya kampanya “Em Xwe Diparêzin” de li Rihayê bi jinên ku li atolyeyên tekstîlê dixebitin re hatin gel hev.   Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanya “Em Xwe Diparêzin” de li navçeya Eyûbîyê ya Rihayê bi jinên ku li atolyeyên tekstîlê dixebitin re hatin gel hev. Endamên TJA’yê, li atolyeyan belavokên li ser wan “Em Xwe Diparêzin” nivîsandî li jinên kedkar belav kirin û derbarê kampanyayê de agahî dan jinan.