Zilamên tevli atolyeyên TJA’yê bûn: Pêwîste ku zilam jî têbikoşin 2020-10-22 10:54:33 STENBOL - Zilamên ku tevlî atolyeyên “Em xwe diparêzin” bûn, diyar kirin ku di civakê de pirsgirêkeke zilam heye û gotin: “Divê me xwe biguherînin û veguherînin û zilam jî têbikoşin."    Kampanyaya bi şîara “Em xwe diparêzin” a ku Tevgera Jinên Azad (TJA) ya di 15’ê Îlonê de ji bo 4 mehan da bû dest pê kirin, bi çalakî û bernameyên cuda dewam dike. Di çarçoveya kampanyeya li Amedê starta wê hat dayîn de, li gel atolyeyên xweser, atolyeyên zayendiya civakî jî tên dayîn. Jin û zilam bi hevre tevlî van atoleyayan dibin û li ser nîqaşên hevpar digihin encamekê. Jin û zilanên tevlî van atolyeyan dibin, bandorên nêrîna serdest li ser xwe û civakê di lêpirsînêre derbas dikin.    Zilamên ku tevlî van atolyeyan bûn, bandor û girîngiya kampanyayê ya li ser xwe nirxandin.    ‘DI ME DE QALIB HENE’    Suleyman Ataş, diyar kir ku kompanya ji aliyê gelek beşan ve bi awayekê erênî hat pêşwazîkirin û wiha axivî: “Ez tevlî atolyeyê bûm û zayindperestiya heyî min di lêpirsînê re derbas kir. Li vê derê min ev yek di xwe de dît. Me weke zilam, gelek rol û misyona li jinan bar kiriye. Li gorî fikir û zihniyeta xwe me gelek qalib di xwe de ava kirine û me hemû neyîniyên heyî ji jinan re kirine yek. Ewce nake em pir dûr herin. Em dikarin ji malbatên xwe dest pê bikin. Hemû karê di malê de, me kiriye aîdê jinê. Weke ku ev erka jinan be, me lê mezê dikir.”    ‘ZILAM DI LÊPIRSÎNÊ RE DERBAS NAKIN’   Ataş, da zanîn ku wan rojekê bi tenê jî, nêrîna serdestiya zilan di lêpirsînê re derbas nekirine û wiha got: “Em ketin ferqa vê yekê û me ev kêmasiya xwe dît. Ev kêmasiyek mezine. Ji ber vê tundî û komkujiya li dijî jinê civakî dibe. Divê mirov heya bingeha vê biçe û ji vê derê dest pê bike. Her çiqasê em di nava HDP’ê de cih digirin jî, tu cudahiyeke me ji hemcinsên me yên di nava civakê de cih digirin tuneye. Em çiqas bêjin, em baş nêzî jinan dibin û nêrîna me ya li hemberî wan başe jî, tu ferqa me ji civakê tuneye. Çi dema em dixwazin em derdikevin derve û çi dema em bixwazin jî em diçin malê. Em qet pêwîst nabînin agahî jî bidin. Lê çi dema ku xwişka min di saetek diyar de neyê malê, ez tavilê li wê diğerim û maf dixwe de dibînim ku hesap jê bipirsim. Sedema vê yekê jî hişmendiya min a serdest e. Lê piştî atolyeyê min jiyana xwe di lêpirsînê re derbas kir. Divê em di her qadê de, pirsgirêkan bi awayekê hevbeş çareser bikin. Pêwîste ku em qebûl bikin ku em û jin wek hevin. Tu tiştekê me ji hev ne cudaye. Ger em xwe qane bikin, wê jin tu carî zor û zehmetiyan nejîn û rastî êrîşan neyin. Ji ber ku jin û zilam ne wek hevin, di nava civakê de her tim tundî li wan tê kirin. Atolyeyên TJA’yê li dar xistin pir girîng bûn. Me hişmendiya zilam bi hevre nîqaş kir. Em ezberên di serê xwe de bi hevre têk dibin. Ji bo guhertin û veguhertina zilaman ev kampanya girînge. Girînge ku ev xebat li her derê belav bibe.”    ‘DIVÊ ZILAM JÎ TÊBIKOŞIN’   Alî Bal ê tevlî atolyeyê bû jî, anî ziman ku bi salane di nava siyasetê de cih digire û wiha axivî: “Fikir û ramana min her çiqasî wekheviyê biparêze jî, lê di hişmendiya min de kodên serdestiya zilam hene. Ev her tim xwe di rêbaz û şeweyê me de dide der. Min di vê atolyeyê de, ferq kir ku nêrîna serdest a zilam bi min re heye. Xebatên wiha dibe sedem ku hişmendiya zilam bê guhertin. Minak zimanê min pir serdest bû. Dema ku ez diaxivim weke ku jin tunebin, nêrîna xwe dibêjim. Xebata atolyeyê mudaxilekirina hişmendiya me ye. Min di xwe de pir kêmasî ditîn û dest bi lêpirsînê kir. Atolyeyên wiha pir girîngin. Fikra ku divê zilam jî têbikoşin di min de ava bû. Yanî divê zilam jî têbikoşin.”   ‘DIBE DEST PÊ KÊ’   Erkan Tepelî jî, dest nîşan kir ku di demên dawî de, ji nû de çanda zilamtiyê di civakê de tê avakirin û wiha bilêv kir: “Li hemberî vê jin jî parastina xwe dikin û bersiv didin. Min dît ku di min de jî feraseta serdest heye. Min ferq kir ku divê ez vegerîm dest pê ka jiyana xwe. Bi xwebaweriyek 5 hezar sal bi zilaman re heye. Ez xwebawerî jî, bi helwesta serdestiyê pêş dikeve. Ji ber vê divê em vegerin dest pê kê. Ev xebata TJA’yê pir berfireh û girînge ji bo me hemû zilaman.”    ‘DI RASTIYÊ DE PIRSGIRÊKA ZILAM HEYE’   Yek ji beşdarvanên atolyeyê Mûrat Kalmaz jî, bal kişand ser girîngiya atolyeyê û wiha bilêv kir: “Bi vê atolyeyê min dît ku ez gelek paşve ma me. Ez her tim difikirîm ku, pirsgirêka jinê tenê jinê eleqedar dike. Min nû fêm kir ku di rastiyê de pirsgirêka jinê pirsgirêka civakê ye. Ji ber vê di civakê de pirsgirêka zilam heye. Yên ku jinan tecîz, tecawîz û qetil dikin zilamin. Lazimek ku zilam vê pirsgirêka xwe çareser bikin. Em polîtîkayên dewletê yên dixwaze, belav dikin. Bi kurtasî di bingeha vê pirsgirêkê de zilam heye. Divê me xwe biguherînin û veguherînin.”    MA / Semra Turan