Parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin 2020-10-22 11:38:26   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.      Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîp F a Ewlehiya Bilind girtî ye Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo sibê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, di sala 2019’an de di meha gulan, hezîran û tebaxê de li gel miwekîlê xwe 5 caran hevdîtin pêk anîbûn. Herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin kiribûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê herî dawî di îlona îsal de bi hêceta “Nexşerê” ya Ocalan ji bo dema 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kiribû