Girtiyê di qarantînayê de derp kirin 2020-10-22 13:24:30   MÊRDÎN – Li Girtîgeha Hejmara 3’yê ya Tîpa T a Şakranê, dema vegera ji nexweşxaneyê 10 gardiyanan girtî Alî Ozmen ku di qarantînayê de bû derb kir.    Li Girtîgeha Hejmara 3’yê ya Tîpa T a Şakranê, di 7’ê cotmehê de 10 gardiyanan girtiyê 25 salan Alî Ozmen ku di qarantînayê de bû derb kir. Di 7’ê cotmehê de ji bo tedawiya diran Ozmen sewqî nexweşxaneyê hat kirin û dema vegera ji nexweşxaneyê rêveberiya girtîgehê di çarçoveya tevdîrên vîrûsa koronayê de wî kir kogûşa qarantînayê. Beriya ku bê derpkirin Ozmen bi telefonê bi malbata xwe re diaxive û radigihîne ku wî kirine qarantînayê. Piştî axaftina telefonê gardiyan diçin cem Ozmen û dixwazin wî derxin derve. Ew jî derketina derve red dike û dibejê ku di qarantînayê de û derketina wî ya derve bi rîsq e. Li ser vê yekê 10 gardiyan bi hev re bi awayekî tund Ozmen derp dikin.    GILÎ KIR   Ozmen, serboriya xwe bi rêya telefonê ji xizmên xwe re ragihand û diyar kir ku li laşê wî gelek şopên derban hene û rapor girtiye û giliya gardiyanan kiriye. Ozmen, bi lêv kir ku gardiyanan jî giliya wî kirine û xwest ku bûyer ji raya giştî re bê ragihandin.    AGAHIYA ŞAŞ DAN   Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, derbarê mijarê de bi rêveberiya hevdîtin kir û rêveberiya girtiyê agahiyên şaş da Çepnî û Ozmen weke nexweşê diyalîzê nîşan da. Lê malbata Ozmen rêveberiya girtîgehê derewand û ragihand ku agahiyên girtiyekî din weke yên Ozmen hatine daye û xwestiye ser bûyerê bigire.    ARESTEYÎ DOZGERIYÊ KIRIN   Rêveberiya girtîgehê ku me bi rêya telefonê xwe gihandê û bûyerê ji pirsî, diyar kir ku rayeya wî ya agahî bide tuneye û ji bo agahî girtinê aresteyî dozgeriyê kir.