Rojnamevan Cemîl Ûgûr: Ya ku hatiye girtin rojnamevanî ye 2020-10-22 13:48:34   WAN – Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr ê ji ber nûçeyên êşkenceya bi helîkopterê çêkiribû hat girtin got: “Ya ku hatiye girtin rojnamevanî ye. Heke em ji nedîtî ve bihatana em ê nehatina girtin lê me yê rojnamevaniyê jî nekira. Em li gorî pîvanên pîşeya xwe xebitîn.”    Li navçeya Şaxê ya Wanê leşker derketibûn operasyonê. Di operasyonê de welatî Osman Şîban û Servet Tûrgût binçav kiribûn û bi rapora nexweşxaneyê hatibû piştrastkirin ku her du welatî ji helîkopterê hatine avêtin. Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest da û Osman Şîban hêj li mala xwe tedawî dibîne. Nûçegihanên me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala bi hêceta ku nûçeyên derbarê helîkopterê de çêkirine hatibûn girtin.    Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr ê li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin nameyek nivîsand û şand Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS) û di nameyê de bal kişand ser tiştên hatine serî wî.    ‘NAXWAZIN KU EM RASTIYAN RAGIHÎNIN’    Nameya Cemîl Ûgûr wiha ye:    “Di 6’ê cotmehê de polîsan bi ser mala min de girt. Min binçav kirin. Di 9’ê cotmehê de û sê hevpîşeyên xwe hatin girtin. Tevî ku delîlên şênber nîn in jî em hatin girtin. Di esasê xwe de ne Cemîl, Adnan, Şehrîban û Nazan hatin girtin, rojnamevanî hat girtin. Naxwazin ku em rastiya zext û girtinan ragihînin.   Em dizanin ku îqtîdar di meseleya helîkopterê de aciz e. Lê belê em nikaribûn raporên nexweşxaneyê û beyanên şahidan ji nedîtî ve werin. Heke em ji nedîtî ve bihatana em ê nehatina girtin lê me yê rojnamevaniyê jî nekira. Em li gorî pîvanên pîşeya xwe xebitîn. Bedelê wê çi dibe bila bibe me hewl da ku rastiyê bigihînin xelkê.   REWŞEK BEREDAYÎ DIDE NÎŞANDAN    Nemaze dixwazim balê bikişînim ser vê mijarê. Dozgerê xwest em werin girtinê, di daxwaza bi hêcet ku şand ji dadger re, tê gotin ku ‘di serdegirtinê de alavên me hatine desteserkirin, xwedîgiravê yên diziyê ne’ û girtinê xwestiye. Dozgerê ku derbarê me de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ biryara binçavkirinê daye, li ser rewşek li holê nîne girtinê xwestiye, di esasê xwe de pir eşkere ye ku li ser ‘fermanê’ girtinê xwestiye.    Dadger jî vê hêcetê pejirand û me da girtinê. Yanî em ji ‘diziyê’ hatin girtin. Ji emniyetê heta dadger têkildarî ‘diziyê’ tiştek ji me nehat pirsîn. Asta ku bêcidîbûn û beredayîtiya hiqûqa Tirkiyê dide nîşandan di tu demê de neketiye vê rewşê.    JI ROJNAMEVANÊ 20 SALÎ RE GOTIN ‘TU NE ROJNAMEVANÎ’    Li aliyê din dadger bi îdiaya ‘karta me ya zer a çapemeniyê’ nîne da girtin. Rewş hatiye vê astê. Endamtiya min a TGS’ê û Cemiyeta Rojnamevanên Mêrsînê her şahidiyê û delîltiyê radixe ber çavan.    Ji bo Adnan Bîlen ê 20 sal in rojnamevaniyê dike dibêjin ‘ne rojnamevan e.’ Ez bi dadgehek wiha keniyam. Pêkenok in. Di esasê xwe de ez dizanim ev biryar hemû eletewş in. Çimkî li holê sûcek nîne lê ferman heye. Ji bo vê fermanê pêk bînin çi ji destê wan hat kirin. Lê nizanin çi kirine. Ev tiştên qewimîn di dîroka Tirkiyê de cihê lanetê ye.    Bifikirin bi mehan li telefonên me guhdar kirine. Qeyda tapeyek min hatiye girtin. Ew jî hevpeyvîna min a nûçeyê ye. Di vir de xwestin rojnamevaniyê bidarizînin. Me di her platformê de got em şopdarê û dengê heqîqetê ne û em mafê nûçeyên rastîn ê ku ji gel werin ragihandin diparêz in. Em ê vê rastiya xwe bidomînin. Em ê xwedî li rûmeta rojnamevaniya dixwazin binpê bikin derkevin û em ê her li ser pêya bin.   Ez dizanim hûn jî her dem li gel me ne. Ji ber piştevaniya we, ez spasiya we dikim.”