Hem wî xistine hucreyê hem jî dermanên wî nadinê 2020-10-23 09:05:18 WAN - Yaşar Gumuşlu ku 20 salên girtiye, ragihandin ku careke din cezayê hucreyê lê birîne û dermanên wî nadin wî.  Yaşar Gumuşlu ku di Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê de ye, di sala 1994'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 15 sal ceza lê hatiye birîn. Gumuşlu heya niha di 16 girtîgehan de maye û di sala 2009'an de hatibû berdan. Gumuşlu ku di sala 2014'an de cardin bi heman îdiayan hat girtin, vê carê 9 sal û 6 meh û 17 roja ceza lê hatiye birîn. Lê belê piştî salekê cezayê wî hat xerakirin û cardin hat berdan. Lê di sala 2017'an de piştî 9 cezayê ku lê hatibû birîn hat erêkirin cardin hat girtin. Ewilî wî birine Girtîgeha Wanê ya Tîpa T'yê û piştî 2 salan wî birine Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê. Heya niha gelek caran cezayê hucreyê lê hatiye birîn û ji ber ku tevli grevên birçîbûnê bûye nexweşîna ulserê jî lê peyda bûye.    Gumuşlu, di 20'ê Cotmehê de telefonî hevjîna xwe Semra Gumuşluyê kiriye û gotiye cardin cezayê hucreyê lê hatiye birîn û ev demeke dermanên wî nadinê.    'SÛC E'   Semra Gumuşlu diyar kir ku hevjînê wê ji ber îfadeyên hin kesan hatiye girtin û 9 sal ceza lê hatiye birîn û ji bo cezayê hucreyê yê dawîn jî got, cezayekî kêfî ye. Gumuşlu got: "Hevjînê min got, cezayê hucreyê li min hatiye birîn. Dermanên wî nadinê. Nexweşîna ulserê pê re heye û dermanên wî ên birapor in. Jixwe li wê derê meseleya xwarinê heye. Pêşî dermanên wî nedanê, dû re cezayê hucreyê lê birîn. Dawa çi dikin? Fêm nakim. Dixwazin haya girtiyan ji hev nemîne û bi vî awayî bimirn. Tecrîd tê kirin. Ev sûc e."    Gumuşlu, bilêv kir ku dema ji bo hevdîtinê diçin girtîgehê jî bi pêkanînên kêfî re rû bi rû dimînin û got, car heye dema hevdîtinê tê kêmkirin. Her wiha Gumuşluyê diyar kir ku di gelek hevdîtinan de jî gardiyan li cem wan disekinin û nahêlin ji xwe re axaftineke taybet bikin.    Her wiha Gumuşluyê anî ziman ku hevjînê wê gotiye gardiyanan ji wan re gotiye ji malbata xwe re nebêjin cezayê di hucreyê de ne û got: "Gardiyanan gotiye 'jixwe hûn ê ji van hucreyan bên derxistin, niha werê hewce dike divê em nehlin hûn li cem hev du bimînin.'"    BANGAWAZΠ   Gumuşlu, anî ziman ku divê dengê girtiyan bê bihîstin û bang li xizmên girtiyan kir: "Xwedî li girtiyan derkevin. di demên dawî de gelek eks di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Ji bo vê dibêjin 'întihar kirine.' Heger mirovek întihar bike, miheqeq wê malbata wî zanibe. Tu girtî li ber vê serî natewînin û heger zirar bigihê wan berpirsiyar rayedar in. Li her derî divê em bibin dengê girtiyan yan na wê yeko yeko ji dest me biçin."