Esnafên çarşiya ku dê bê xerakirin doza cihekî dikin 2020-10-23 09:07:50   RIHA – Li Rihayê wê Çarşiya Zêrfiroşan bê xerakirin. Çarşiya Zêrfiroşan di sala 1989'an de li ber Xana Gumrukê ya dîrokî û Çarşiya Jêr hatibû çêkirin, lê belê ji ber sîlueta van deverên dîrokî xera dike wê bê xerakirin. 122 esnafên li vê çarşiyê jî diyar dikin ku berî bê xerakirin divê ji wan re cihek bê peydakirin.    Li Meydana Haşimiyeyê ya navçeya Eyyûbiye ya Rihayê di sala 1989'an de di dema Şaredarê Partiya Refahê Îbrahîm Halîl Çelîk de bi awayekî bê hesab û kitab Çarşiya Zêrfiroşan a Ozdîklerê hatibû çêkirin. Çarşî li ber Xana Gumrukê ya dîrokî û Çarşiya Jêr hatibû çêkirin. Lê belê ji ber ku sîlueta van deverên dîrokî xera dike wê bê rûxandin. Biryara xerakirina wê di 6'ê Tebaxê de di Rojanmeya Fermî de hatiye weşandin.    122 esnafên li vê çarşiyê jî diyar dikin ku berî vê xerakirin divê ji wan re cihek bê peydakirin.   'EM MEXDÛR IN'   Esnaf Fîkret Yukakin, anî ziman ku çarşiya navbirî cihê debarê yê nêzî 2 hezar mirovan e. Yukakin got: "Em ji bo biryara xerakirinê tiştekî nabijin. Lê cihekî ku em pê de biçin tuneye. Ev der cihê nanê me ye. Wê ev qas mirov bi kû de biçin? Pandemî heye, krîz heye. Wê ev mirov çi bikin? Jixwe ji zû de krîza aborî heye. Em mexdûr in. 4 zarokên min hene. Ez di kirê de me. Em ê zivistanê çi bikin? Divê çareyek bê dîtin. Bila warê nanê me bi ser serê me de xera nekin."    KRÎZA ABORÎ   Halîl Uçeş jî anî ziman ku ji ber krîza aborî rewşa wan nebaş e û got heger ev der bê xerakirin wê mexdûriyeta wan zêdetir bibe.    Uçeş, anî ziman ku hîn jî ji bo wan cihek nehatiye epydakirin û got: "Bila ji me re cihekî bibînin. Krîzeke aborî ya mezin heye. Bila hinekî jî li halê esnafan bifikirin."    ‘BILA JI ME RE CIHEKÎ BIBÎNIN'    Esnaf Mûstafa Îsmet Uçeş jî çendî ku krîza aborî heye jî lê li ber briyara xerakirina çarşiyê ranabin, lê belê divê ji wan re cihek bê peydakirin. Uçeş got: "Wê 122 esnafên li vê derê biçin ku? Divê cihek bê peydakirin ku ev der bê xerakirin. Kes bi me re xeber naede. Me malên xwe di depoyan de kiriye lod. Gava ev der bê xerakirin em ê ev qas malî bibin ku? Bila ji me re cihekî bibînin."