Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan: Êrîşên li ser HDP'ê bi destên îqtidarê tên organîzekirin 2020-10-23 09:08:50 AMED – Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, anî ziman ku ên li ber partya wan rûniştine û bi awayekî fizîkî û devkî êrîşan dikin ji aliyê îqtidarê ve hatine organîzekirin û çapemeniya hewzê jî wan sor dike û got, walî emr daye midûriyeta bajêr ku bi tu awayî kes dest nede van kesan.  416 roj in malbatên bi îdiaya rêxistinê zarokên wan revandine li ber avahiya HDP'ê ya Amedê ne. Çendî ku ji bo ev kes ji vê derê rabin rêvebirên partiyê serî li saziyên fermî dabin jî heya niha tu gav nehatine avêtin. Ev malbat, di koneke ku fiyetê wê li dor 20 hezar TL'yî de dimînin û heya niha Suleyman Soylû, Emîne Erdogan û hin wezîr serdana wan kirine.    Her wiha ev kes, her tim bi devkî û fizîkî êrîlê dibin ser kesên tên partiyê û gava êrîş dikin jî polîs bi tu awayî mudaxileyî wan nakin. HDP'iyên bertek nîşan didin jî an tên binçavkirin, girtin an jî der barê wan de lêpirsîn tên destpêkirin.   Ev kesên ku bi beramberiya pere û kar li ber avahiya HDP'ê hatine rûniştandin, herî dawî êrîş biribûn ser Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûnê. Gava Tosûn hatibû avahiya partiyê van kesan xeber jê re gotibûn û heqaret lê kiribûn. Îjar gava Tosûnê bertek nîşan dabû, polîsên li wir dîmenên dema bertekdayînê tenê girtibûn û serwîs kiribûn. Pitî dîmen hatibûn serwîskirin Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî der barê Tosûnê de lêpirsîn dabû destpêkirin.    Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan beriya ku were binçavkirin ji ajansa me re axivîbû û nêrînên xwe yên derbarê zextên li ser HDP'ê vegotibû. Ceylan anî ziman ku ên li ber partya wan rûniştine û bi awayekî fizîkî û devkî êrîşan dikin ji aliyê îqtidarê ve hatine organîzekirin û çapemeniya hewzê jî wan sor dike û got, walî emr daye midûriyeta bajêr ku bi tu awayî kes dest nede van kesan.    BI AWAYEKÎ ORGANÎZEKIRÎ TÊN KIRIN    Ceylan, anî ziman ku ên li ber partiya wan rûniştine hin ji wan ji aliyê hin kesan ve bi zorê hatien rûniştandin û hin jê jî hatine qanehkirin û got, ji roja roj de dibêjin muxatabê daxwazên van kesên navbirî ne ew in.    Ceylan, bilêv kir ku partiya îqtidarê rê li ber van kesan dixe û got: "Têkiliya wan bi îqtidarê re heye û îqtidar jî dixwaze wan bi xwe ve girêbide û li gor pêdiviyên xwe wan bi kar bîne. Dibe ku fikra me û wan ne wekhev be û dibe daxwazên wan hebin û mafê wan ên daxuyaniyê bidn jî heye. Lê belê radibin êrîşî HDP'ê, aktivstên HDP'ê û endamên HDP'ê dikin. Nexasim jî êrîşê dibn ser parlementeran. Çêrine ku nayên qebûlkirin dikin, lê çapemenî evana nade. Lê gava hevalên me bersiva êrîşan didin jî roja din tên binçavkirin. Bi van êrîşan dixwazin pêşî li ber xebatên me bigirin. Dixwazin partiya me krîmînalîze bikin. Bi vî awayî dixwazin pêwendiya me ya bi gel re qut bikin. Îqtidar ji bo vî awayî van malbatan bi kar tîne."    ÇAPEMENIYA ÎQTIDAR WAN SOR DIKE    Ceylan, diyar kir ku ji ber kesên çalakiya rûniştinê dikin avahiya partiya wan tim di bin dorpêça polîsan de ye û kesên tên partiyê jî nasnameyên wan tên kontrolkirin. Ceylan, diyar kir ku çapemeniya hewzê jî van kesan sor dike û got: "Bi giştî 10 kesaên, lê ji bo van 10 kesan 200 polîs tên. Polîs qaşo ji bo parastina wan tên, lê halbûkî avahiya partiya me dorpêç dikin. Gava em bixwazin çalakiyekê li dar bixin dibin asteng. Rojnamevanên nêzî îqtidarê jî malbatan sor dikin û wan bera me didin. Gotinên nexweş bi wan didin kirin. Ev tişt di çapemeniyê de cih nagirin, lê gava hevalên me bertek nîşan didin demildest bi awayekî asparags serwîs dikin dibêjin 'HDP'ê êrîş bir ser malbatan, 'Malbat proveke kirin.' Ev derew im. Bila werin bi dîmenan gişa parve bikin. Ev malbat bi awayekî dijminane tevdigerin. Bi vî awayî naxwazin em kar û barên xwe yên siyasî bikin. Nêzîkatiya wan ne nêzîkatiyeke hiqûqî ye. Siyasî ye. Dixwazin HDP'ê bi awayekî din nîşan bidin. Lê ligel ev qas kirinên wan ên antîdemokratîk jî em berbayî wan gotinên wan ê xirab neketin."    Ceylan, diyar kir ku kes nikare ji ber kesên tevli PKK'ê bûne yan jî ji ber polîs û eskerên di destê PKK'ê de ne HDP'ê sûcdar bike û got: "HDP, partiyeke 8 salî ye. Em ne berpirsiyarê wan in. 100 sal in pirgirêka kurd heye. Musebîbê evana ne em in. Berpirsiyariya me aştiyeke civakî û azadî ye. Ên HDP'ê tawanbar dikin jî baş dizanin ku HDP kesî naşîne çiyê. Yanî tişta dikin manîpulekirin e. Siyaseta ku li dijî HDP'ê tê kirin zilm e."    EMNIYET: BILA KES MUDAXILEYÎ WAN NEKE    Her wiha Ceylan anî ziman ku walî emr daye midûriyeta bajêr ku bi tu awayî kes dest nede van kesan. Ceylan, anî ziman ku lê gava malbatên li ber derî êrîşê tînin ser me û em ji polîsan re dibêjin polîs dibêjin 'ji ber bi kurdî dibêjin em fêm nakin.'    'ÇARESERÎ AŞTÎ YE'    Ceylan anî ziman ku çapemeniya berbelav jî heya niha der barê mijarê de bi wan re neaxiviye û bereksê wê daxuyaniyên wan jî manîpule dikin.   Herî dawî Ceylan destnîşan kir ku HDP ji bo aştiyê têdikoşe û got: "Têkoşîna di vî warî de ne tenê ji bo kurdan, ji bo tevahiya civakê tê kirin."