Armancên Wezareta Dadê: Wê 39 girtîgehên nû werin çêkirin 2020-10-23 10:15:06   ENQERE – Di budçeya Wezareta Dadê de çêkirina 39 girtîgehên nû cih digirin.    Hatiye derpêşkirin ku ji bo Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2021’an a Wezareta Dadê bi giştî 23 milyar 973 milyon 52 hezar TL were veqetandin. Gelek hedef û lêçûyînên ji bo budçeya Wezaretê jî hatine diyarkirin. 5 sernavên di hedefa Wezaretê de balê dikişînin ser xwe.    39 GIRTÎGEHÊN NÛ    Di nava yek ji van armancên Wezaretê de çêkirina 39 girtîgehên nû cih digire. Tê payîn di sala 2021’an de 29 girtîgeh werin vekirin. Sala 2019’an 26 girtîgeh hatine vekirin.    BI HEZARAN KES WÊ BI SÎSTEMA ELEKTRONÎK WERIN ŞOPANDIN    Yek ji armancên Wezaretê balê dikişîne ser xwe jî dê di sala 2021’an de 9 hezar kes bi pergala şopandina elektronîk werin şopandin. Her wiha hat gotin dê 12 hezar zarok bi pergala kontrola serbest werin şopandin.    HEJMARA GIRTIYÊN NEXWEŞ ZÊDETIR DIBIN    Di sala 2019’an de raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) ku encam dane hejmara wan 625 hezar û 640 bûn. Ev hejmar di sala 2020’an de hindiktir bû û bûye 550 hezar. Wezaretê ji xwe re kiriye armanc ku di sala 2021’an de 650 raporên ATK’ê encam bidin. Nîşandana van zêdebûna van raporan jî tê wateya ku girtiyên nexweş zêde ne.    NÊRÎNA BIDIN DMME’YÊ ZÊDE XUYA DIKE    Hejmara nêrîna ku dê di sala 2021’an de pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî zêde bibin. Tê payîn sala pêşiya me 900 heb nêrîn pêşkêşî DMME’yê were kirin. Ji hejmara nêrînên sala 2019’an û 2020’an zêdetir xuya dike.    DÊ KARKER WERIN RAZÎKIRIN    Her wiha di nava van armancên Wezaretê de yek jê jî ew e ku karker bi teklîfa patron werin razîkirin. Serlêdana karkeran bi rêya navbeynkaran dê were kirin û tê payîn di sala 2021’an de 815 hezar û 237 karker ji bo navbeynkariyê serlêdan bikin.    MA / Selman Guzelyuz