Civîna HTŞ’ê rastî êrîşê hat: 15 kes mirin 2020-10-23 11:34:09 NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê, ragihand ku bi droneyê li dijî cihê civîna rayedarên HTŞ’ê ya nêzî sînorê Îdlîb û Tirkiyeyê êrîş pêk hatiye û di êrîşê 15 kesan jiyana xwe ji dest daye.   Malaçavdariya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bi daxuyaniyekê ragihand ku cihê civîna rayedarên Heyet Tahrir El-Şam (HTŞ) a li gundê Cekara ya girêdayî çoltera Selkin a dikeve sînorê Îdlîb û Tirkiyeyê bi droneyê êrîşa bombeyî pêk hatiye. Hat îdîakirin ku dronên aîdê Koalîsyona Navneteweyî ev êrîş pêk anîne û di encama êrîşê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane.