Serokwezîrê berê yê Iraqê Ebadî li dijî lihevkirina li ser Şengalê derket 2020-10-23 12:01:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymana Nesir yê niha Heyder Ebadî, lihevkirina Hewlêr û Bexda ya li ser Şengalê red kir û diyar kir ku evê pirsgirêka li herêmê çareser neke.   Bertek û neqebûlkirinên li dijî Peymana Şengalê ya ku di 9’ê cotmehê de di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Navendî ya Iraqê de hat îmzekirin, dewam dikin. Li ser vê yekê nerazîbûnek din ji serokwezîrê berê yê Iraqê û serokê Hevpeymana Nesir yê niha Heyder Ebadî hat. Serokê Hevpeymana Nasir û Serokwezîrê berê yê Iraqê Heydar Ebadî, lihevkirina Hewlêr û Bexda ya li ser Şengalê red kir û got: "Ev yek wê pirsgirêka li herêmê çareser neke."   Ebadî di daxuyaniyek çapemeniyê de, dest nîşan kir ku ew weke Hevpeymana Nesir ne bi siyaseta Hikumeta Iraqê ya bi Herêma Kurdistanê re ne. Ebadî, da zanîn lihevkirina li ser Şengal wê nekaribe pirsgirêkên li herêmê çareser bike. Ebadî da zanîn ku ew ne li dijî Kurdane, berevajiyê vê yekê ew bi xebat, doza dîrokî û rast a gelê Kurd re ne.