Li gundê ser sînorê Rojava şewat derket 2020-10-23 12:02:05   ŞIRNEX - Li gundê Rihanî ya girêdayî navçeya Sîlopiya şewat derket.   Li gundê Rihanî ya bi ser navçeya Sîlopiya Şirnexê ve ku dikeve sînorê bajarê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ye li nêzî qereqola leşkeriyê ji ber sedemek nayê zanîn şewat derket. Hat ragihandin şewat li qadê belav dibe û heta niha muaxileyek nehatiye kirin.    Her wiha duh li baregeha leşkerî ya Kalecîkê ya li gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê piştî derdor hatibû gulebarankirin, şewat derketibû û ev şewat didome.