Wezîr lêkirina dîwarê li Amedê parast 2020-10-23 14:11:22 AMED – Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglû îdia kir ku wan nêrîna rêxistinên civakî yên sivîl û şêniyên Amedê ji bo çêkirina dîwarê li ber hesinê trênê sitendine. Le rêxistinên sivîl jî dibêjin ku hevdîtin bi wan re nehatiye kirin.  Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, têkildarî çêkirina dîwarê li kêleka rêya hesin a trênê dihat xwestin were çêkirin pêşniyazpirs dabû Meclîsê. Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglû pêşniyazpirsê bersivand.    ÎDIAYA KU NÊRÎNA HER KESÎ GIRTIN E   Wezîrê di besiva daye pêşniyaznameyê de îdia dike ku Odeya Bazarganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), dibistanan û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxwaz kiriye ku dîwar were çêkirin. Wezîr Karaîsmaîloglû îdia dike ku wan têkildarî çêkirina dîwar jî nêrîna rêxistinên civakî yên sivîl û xelkê Amedê jî girtiye. Di bersiva pêşniyazpirsê de tê gotin ku heta îro li ser rêya trênê gelek qeza çêbûne û îdia dike ew ji bo silametî û ewlehiya xelkê dîwar lê dikin.    Wezîr li aliyekî vê bersivê dide pêşniyazpirsê lê li aliyê din jî rêxistinên civakî yên sivîl û şêniyên Amedê jî dibêjin ku çêkirina dîwar kesî ji wan nepirsiye û bêyî wan tê xwestin were çêkirin.