Ji bo zilamê îşkencekar 75 sal ceza hat xwestin 2020-10-23 15:40:36   STENBOL - Di îdîanameya Mert Akin ê li Sancaktepê ji ber sûcê îşkencekirinê hat girtin de, ji 23 sal û 5 meh,  heya 75 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat xwestin.    Li Sancaktepe ya Stenbolê, Mert Akin di 2’yê Cotmehê de, ji sûcê îşkenceya li hevjîna xwe E.A. kir hatibû girtinn. Lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadolû ya Stenbolê hat birêve birin, bi dawî bû. Dozger derbarê Mert A. de, bi sûcdariya “Talana biwesf”, “Êrîşa zayendî ya biwesf”, “Bi zanebûn kes ji azadiya wê mehrûm kirin”, “Bi zanebûn hevjîna xwe birîndar kirin”, “Tehdayî li hevjîna xwe kirin” û “Bi çekê gef xwarin” îdîanemya xwe amade kir. Di îdînameyê de ji bo Akin ji ber sûcê îşkencekirinê ji 23 sal û 5 meh, heya 75 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat xwestin.    Îdîaname ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Andolû ya Stenbolê ve hat qebûlkirin û roja danişînê hat diyarkirin.