Li Bazîdê polîsan bi ser avahiya HDP'ê ve girt: Hevserokên HDP'ê hatin binçavkirin 2020-10-24 08:44:41   AGIRÎ - Polîsan vê sibehê bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bazîdê de girtin. Hevserokên Rêxistina Navçeyê Abdullah Ekelîk û Gonul Ozturk hatin binçavkirin.    Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê polîsan vê sibehê hemwext bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bazîdê û malên hevserokan de girtin. Polîsan li mala Hevserokên Rêxistina Navçeyê Abdullah Ekelîk û Gonul Ozturk ve girtin û lêgerîn pêk anîn û dû re wan binçav kirin. Polîsan cadeya avahiya HDP'ê ku li serê ye ji çûnûhatê re girt û lêgerîna li avahiyê didome.    Hat zanîn ku hevserokan bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" û "propaganda rêxistinê kirine" binçav kirine û wan birine Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.