Kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ berê xwe da gundan 2020-10-24 09:10:49 WAN – Endamên TJA'yê derbarê kampanyaya xwe ya "Em Xwe Diparêzin" de diyar kirin ku wê xebatên xwe bi 4 mehan sînor nakin û wê di pêş de li gundan ew û jinan bên cem hev du û hin bernameyan li dar bixin.  Tevgera Jina Azad (TJA) bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, operasyonên binçavkirinê, taciz, tecawiz, zextên li ser zimanê zikmakî û baweriyan di 15'ê Îlonê de ji bo 4 mehan bi navê "Em Xwe Diparêzin" kampanyayek dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ewilî atolye hatibûn lidarxistin. Niha jî wê li gundên Wanê bi jinan re hevdîtin bên çêkirin û wê hin bername bên lidarxistin.    Aktivîstên TJA'yê Leyla Balkan û Aynûr Sarica, xebatên ku di çarçoveya kampanyayê de tên kirin nirxandin û beha nexşerêya xwe ya ku dê ji niha û pê ve bidomînin kirin.    BERNAMEYÊN PERWERDEHIYÊ    Balkan, diyar kir ku ji ber taciz, tecawiz, îstismarkirina zarokan û kuştina jinan ku di demên dawî de pir zêde bûne kampanyeyek wiha dane destpêkirin û got, di çarçoveya kampanyayê de hewl didin ku jinan hînî xweparastinê bikin. Balkan, bilêv kir ku wê kampanyaya wan bi 4 mehan neyê s,norkirin û got, heya ji dest wan bê wê hewl bidin ku xweparastin berbelav bibe. Balkan, destnîşan kir ku kiryarên tecawiz zêde dibin û bal kişand ser Îpek Erê ku ji ber tecawizê xwe kuştibû. Balkanê got: "Em jî ji bo em zanibin ku em ê xwe çawa biparêzin me ev kampanya da destpêkirin. Armanca me, em xwe bigihînin tevahiya jinan."    Balkan, anî ziman ku wê di vê çarçoveyê de li gundan hin bernameyan çêbikin û got: "Em û jinên li gundan em ê li hev kom bibin. Wê ji bo jinan bernameyên me yên perwerdehiyê hebin. Em û berdevkên taxan em ê bi hevkarî belavokan belav bikin."    ‘PERGAL JINÊ HEPSÎ MALÊ DIKE'    Balkan, bilêv kir ku ji ber şideta ku her diçe zêde dibe li bajêr ew û derûnas, civaknas û komeleyên jinan bi hev re hin xebat kirine û got: "Jinên bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, em berê wan didin komeleyan. Pergala heyî dixwaze jina bi taciz û tecawizê re rû bi rû dimîne hepsî malê bike. Jinê cardin hepsî cihê ku lê ye dike. Lê jin divê xwe biparêze û nekeve bin nîrê zilamekî. Em hene û em ê tim hebin. Em bi hev re bihêztir in."    Aktivîsta TJA'yê Aynûr Sarica jî anî ziman ku piştî kampanya dest pê kiriye hema bibêje li her derî bernameyên perwerdehiyê yên du rojî dane destpêkirin û got, di van bernameyan de zext û zoriyên muhtemel hatine nîqaşkirin. Sarica, da zanîn ku zilam jî tevli bernameyên wan bûne û got: "Di çarçoveya kampanyayê de me belavok belav kirin. Armanca me em li taxan, li kuçeyan û li malan xwe bigihînin jinan. Ji ber pandemiyê em nikarin bi awayekî girseyî tevbigerin. Li erdnîgariya me gava tahde li jinê tê kirin, jin nayne ziman. Lê piştî me kampanya da destpêkirin gelek kesan got, 'li malê tahde li me tê kirin.' Her wiha em li ser îstismarkirina zarokan jî hûr dibin. Nexasim jî em tiştên qirêj ên ku polîs û çawîşên pispor tînin serê jinên ciwan aşkere dikin. Gava tiştek wiha diqewime malbat nizanin wê çi bikin. Me anî ziman ku di bin navê 'evînê'de jinên ciwan ji çand û zimanê xwe tên dûrxistin û tên tunekirin."    ŞIKÊNANDINA TECRÎDÊ    Sarica, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û anî ziman ku tecrîd jî di nava kampanyaya wan de ye û got, ev tecrîd bandorê li jinên girtî jî dike. Sarica got: "Li her malê jin ji aliyê hevjînê xwe ve tên hepskirin. Em derbarê tecrîdê de jinan serwext dikin ku wê çawa tecrîdê bişikînin. Di vî warî de gelek bertekên erênî tên."    WÊ BI 4 MEHAN NEYÊ SÎNORKIRIN    Sarica, anî ziman ku wê di çarçoveya kampanyayê de panel û civînan jî li dar bixin û got: "Wê xebatên me bi çar mehan neyên sînorkirin. Gava ev kampanya biqede wê hin kampanyayên din dest pê bikin. Ji lewra armanca me azadiya jinê ye. Wê xebatên ji niha û pê ve bi awayê panel, sînevîzyon, sempozyûm an jî platforman dewam bikin. Em ê bi hêviya ku wê hemû jin azad bibin rêya xwe dewam bikin."    MA / Ozlem Yayan