Li Cizîrê pirsa ‘Çima hûn diçin HDP’ê ji 2 hezar malbatan hatiye kirin! 2020-10-24 10:04:28   ŞIRNEX - Li navend û navçeyên Şirnexê di demên dawî de kesên xwe wek “endamên îstihbaratê” didin nasîn sîxûriyê li welatî, rêveber û endamên HDP’ê ferz dikin. Hevseroka HDP’a Cizîrê Guler Tûnç diyar kir ku sepanên salên 90’î di dewrê de ne û got: “Di 3 mehên dawî de ev kesên nenas bi telefonê  li 2 hezar malbat geriyane û sîxûrî ferz kirine.”     Li Şirnexê di rojên dawî de ji hêla kesên ku  xwe wek "îstîhbaratê” didin  nasîn li rêveber, endamên HDP’ê, endamên Meclîsa Şaredariyên HDP'ê digerin û welatiyan digerin û gefan li wan dixwin û sîxûrtiyê li wan ferz dikin. Hat zanîn ku ev kes li Şirnexê bi giştî li nêzî 2 hezar malbatên ku zarokên wan tevlî nav refên PKK'ê bûne geriyane û sîxûrtî li wan ferz kirine.    Ji malbatan pirsa “Ji bo ku hûn di nav HDP'ê de cih digirin, hûn dixwazin ji qanûna poşmaniyê sûd werbigirin?” tê kirin.    Hevseroka Rexistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Cizîrê Guler Tûnç û endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê yê HDP’ê Nîmet Akalin têkildarî mijarê axivîn.    'LI 2 HEZAR MALBAT GERIYAN E’    Hevseroka Rêxistina HDP'a Cizîrê Guler Tûnç anî ziman ku li herêmê sepanên dij qanûnê ketine dewrê û got: “Piştî ku qedexeyên derketina kolanan li Cizîrê hatin ragihandin, polîtîkayên dewletê yên dijberî malbatan dest pê kirin. Malbatên ku di wan qedexeyan de zarokên xwe winda kirin û xizmên windayan ên ku di salên 90'î de hatin wendakirin  bi gef û sîxûriya van kesên xwe wek îstîhbaratê didin nasîn ve rûbirû mane. Malbatên me ji vê van kesan aciz in. Ji malbata re dibêjin 'Tu li ku yî, em dixwazin bi we re sohbet bikin û çayek vexwin.’ Gelek malbat bertek nîşan didin û telefonê li ser rûyê wan digirin. Her wiha bang li malbatên ku van daxwazên wan naynin cih dikin û ji wan re dibêjin 'Îfadeyê we heye, divê hûn werin îfade bidin.’ Malbatên ku ji bo îfade bidin diçin emniyetê ji wan re tê gotin ‘Zarokên we li ku ne? Ger ku hûn bixwazin em dikarin zarokên we bînin. Heke ku hûn nexwazin em vî karî bikin jî, hûn herin zarokên xwe qanih bikin û vegerînin.'  Teklîfên cuda li malbatan dikin. Li gorî serlêdan û agahiyên li ber destên me di 3 mehên dawî de tenê li Cizîrê nêzî 2 hezar  malbat bi van sepanan re rûbirû mane.”   ‘SEPANÊN SALÊN 90’Î DI DEWRÊ DE NE’    Tûnç da zanîn ku di demên dawî de ev kesên nenas li endam û rêveberên partiya wan û endamên meclîsa şaredariyê yên HDP’yî digerin û wiha got: “Ew van hevalên me baş nas dikin û bi zanebûn li wan digerin. Ev kes bi taybetî hatine hilbijartin. Ew bi vekirî li ser têlefonê ji rêveber û endamên me re dibêjin 'Em ji îstîhbaratê li we digerin.’ Ji hevalekî me re pirsa 'Karê te li HDP'ê çi ye, ji bo ku hûn di nav HDP'ê de cih digirin, hûn dixwazin ji qanûna poşmaniyê sûd werbigirin?' kirine. Pirsên ku HDP'ê îlegalîze bike ji hevalên me hatine pirsîn. Demeke dirêje li dijî Meclîsa Ciwanên HDP’ê êriş û ev sepan pêk tên. Ew li ciwanan sîxûrtiyê ferz dikin. Niha jî li dijî hevserok, rêveber û endamên me heman sepanan dixin meriyetê. Ez bi xwe jî bi vê sepanê re rûbirû mam. Em baş dizanin armanca wan çi ye. Ev sepanên diqewimin sepanên salên 90'î tîne bîra mirov. Lê em ê van kesan li her deverê teşhîr bikin û em ê gavek jî ji dest ji têkoşîna xwe bernedin.”    PIRSA ‘ÇIMA DIÇÎ HDP’Ê JÊ HATIYE KIRIN    Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê ya HDP’ê Nîmet Akalin ê ku ji hêla van kesan ve bi heman sepanan ve rûbirû maye jî destnîşan kir ku eşkere sîxûrtî lê ferz kirine û got: “Bi nimreyek xerîb li min geriyan. Min bersiv da ji ber ku min hejmar nas nedikir. Wan ji min re got ‘em ji îstîhbaratê digerin.’ Dema ku li min geriyan ji min re gotin 'Ger hûn bikaribin werin çayek me vexwin, ger ku hûn nikarin werin, em dikarin werin mala we.' Dûv re min parêzerê xwe agahdar kir. Lê wan ji min re got hewceyî parêzer nîne. Pişt re ez çûm cihê îstîhbaratê. Min got çima we gazî min kiriye û pirsgirêk çiye? Ji min re gotin 'Tu çi karî dikî?' Dûv re gotin 'Em te dibînin, tu her roj diçî avahiya HDP'ê çima tu diçî wir?' Ev pirs ji min kirin. Min got ez endamê Meclîsa Şaredariya HDP'ê me. Pir normal e ku biçim HDP'ê. Pişt re xwestin sohbetê dirêj bikin lê man mafê xwe deng nekirinê bikar anî.”   TEKLÎFA ALÎKARIYÊ KIRINE    Akalin anî ziman ku malbatên ku diçin avahiya HDP’a Şirnexê encama van polîtîkayên li ser wan tê birêvebirinê ye û got: “Ev jî perçeyeke polîtîkaya dewletê ye. Wan ev malbat jî ji min pirsîn. Wan ji min re gotin 'Tu bi malbatên ku zarokên wan diçin çiyê nas dikî, tu dikarî navên çend wan malbatan bidî me? Tiştek hewce bike, em dikarin alîkariya te bikin.' Lê teklîfên wan red kir. Em ne hewceyî alîkariya wan in. Em bi HDP’ê kêfxweş in. Em ê tu carî paş ve gav neavêjin. Em ê serê xwe netewînin û têkoşîna me berdewam e.”