Muteahîtê qeyûm ji nelirêtiyê hat girtin 2020-10-24 10:26:04   MÊRDÎN – Xwediyê fîrmaya Batur Enerjiyê Adnan Yuksel ê ku îhaleya ji qeyûmê Mêrdînê girtibû bi sûcdariyên “zimet” û “nelirêtiyê” hat girtin.    Qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman ku di heman demê de walî bû bi gelek nelirêtiya di rojevê de cihê xwe digire. Derbarê nelirêtiya şaredarî û muteahîtên îhale ji şaredariyê digire lêpirsîn berdewam dike. Yek ji van muteahîtan jî xwediyê Batur Enerjiyê Adnan Yuksel e. Derbarê Yuksel de lêpirsîn hatiye destpêkirin piştî ku hatiye binçavkirin hat girtin. Ew ji sûcên wek “nelirêtî”, “fesadan tevlî îhaleyê kiriye”, “zimet”, “bêûsûlî” û “bertîlê” li Enqereyê tê binçavkirin û pişt te tînin Mêrdînê didarizînin.    Dadgeha Mêrdînê ji sûcên “nelirêtî” û “zimet” Yuksel da girtinê û şand girtîgehê.