Li Amedê 3 kes hatin girtin 2020-10-24 11:15:04   AMED – Faris Turk ku li Amedê hatibû binçavkirin û bi kûçikan êrişî ferdên malbata wî hatibû kirin û 2 kesên din bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    Di 20’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû birêvebirin de polisan li Amedê bi ser malan de girtibû Faris Turk, Meltem çagir û 6 kesên ku nasnameya wan nehat hînbûn binçav kiribûn. De serdegirtina mala Turk a li semte Dîclekentê ya li navçeya Peyasê polisan bi kûçikan êriş biribû ser ferdên malbata wî.   Piştî ku kirariyên gotinên girtinên wan li emniyetê bi dawî bûn her heşt kes jî sewqî edliyeyê hatin kirin û bi angaşta “endamtiya rêxistinê” Turk û 2 kesên ku navê wan nehatin hînbûn hatin girtin û 5 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.