Li Amedê mirina jinekê ya bi guman 2020-10-25 10:01:30   AMED - Hat îdîakirin ku Cennet Ortaç a li navçeya Peyasê dijî,  xwe ji kata 7'emîn a malê avêt û jiyana xwe ji dest da.   Jina 23 salî Cennet Ortaç a ku li Taxa Medya ya navçeya Peyas a Amedê dijiya, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdîakirin ku Ortaç duh bi şev xwe di kata 7’emîn a mala ku lê dijiya avêt. Kesên dîtin Ortaç xwe ji kata 7'emîn avêt, agahî dan ekîbên tenduristiyê û polîsan. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê mudaxileyî Ortaç kirin, ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî. Ortaç ligel hemû hewldanan jî, di rê de jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê Ortaç niha li morga Nexweşxaneya Selahattîn Eyûbî ya Dewletê tê girtin. Derbarê mirina bi guman a Ortaç de, polîsan dest bi lêpirsînê kirin.