Hevserokên Bazîdê hatin berdan 2020-10-25 14:41:03   AGIRÎ – Hevserokên HDP'ê yên Bazîdê Abdullah Ekelik û Gonul Ozturk ku duh polîsan ew binçav kiribûn, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Polîsan duh li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi ser malên Hevserokên HDP'ê yên Bazîdê Abdullah Ekelik û Gonul Ozturk de girtibûn û binçav kiribûn. Polîsan piştî îfadeya hevserokên HDP'ê Ekelîk û Ozturk girtin, sewqî dozgeriyê kirin. Dozger dûre hevserok sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar kiribûn. Hevserokên îfadeyên wan hatin girtin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.