Mudaxileyî rêxistinên ciwanan kirin: 40 binçavkirin 2020-10-25 16:31:53 STENBOL - Rêxistinên ciwanan, berî îlankirina Meclîsa Ciwanên Yekbûyî ya di 15’ê Mijdarê de, xwestin li Kadikoyê daxuyanî bidin çapemeniyê, lê rastî mudaxileya polîsan hatin û herî kêm 40 kes bi lêdanê hatin binçavkirin.    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Ciwanên Demokrat ên Nû, Yekitiya Xwendekarên Şoreşger û Hêzên Şoreşger ên Ciwan (DEV-GUÇ) berî îlankirina Meclîsa Ciwanên Yekbûyî ya di 15’ê Mijdarê de, hatin gelhev û xwestin starta kampanyayê bidin. Rêxistinên ciwan li ser vê yekê li keştîgeha Kadikoyê kom bûn. Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî piştgirî da ciwanan.    Ciwanên li hev kom bûn, pankarta “Em ê ji bo rêxistinbûyîna xwe, li dijî faşîzmê, bi hev re bimeşin” vekirin û wêneyên Mazlûm Dogan, Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya hilgirtin. Ciwanan bê navber dirûşmeyên “Bi berxwedanê emê qezenc bikin” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” berz kirin.    Berî ku ciwan dest bi daxuyaniya xwe bikin, polîsan ji wan re got, hilgirtina wêneyê Îbrahîm Kaypakkaya sûce û ji ciwanan xwest ku wêneyî wî bê rakirin. Mûsa Pîroglû yê HDP’î li ser vê yekê hevdîtinek kurt bi rayedarên polîsan re kir. Lê polîsan piştî hevdîtinê mudaxileyî ciwanan kir û nêzî 30 ciwanan bi lêdan û derpkirinê binçav kirin.     MUDAXILEYA DUYEMÎN    Piştî mudaxileya polîsan, komeke 10 kesî ya Pîroglû yê HDP’î jî di nav dei cardin hatin qadê û xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan cardin mudaxileyî wan kir û vê carê jî nêzî 10 kesan bi lêdanê binçav kirin.