Dayika Wedat Aydin jiyana xwe ji dest da 2020-10-25 18:37:30   AMED – Dayika siyasetmedarê kurd Vedat Aydin ku hatibû qetilkirin Ayşen Aydin(86) jiyana xwe ji dest da.     Dayika Serokê Bajar ê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hat revandin û li navçeya Medenê ya Xarpêtê hat qetilkirin Ayşe Aydin (86) jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Aydin roja 23’ê cotmehê jiyana xwe ji dest daye û li gundê Haciyakurmanca yê navçeya Bismilê ya Amedê hatiye veşartin. Rêxistina HDP’ê ya Amedê, derbarê mirina Aydin de li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek weşand û sersaaxiyê ji malbata Aydin re xwest.